Li gorî daneyên motora lêgerînê ya herî mezin a Cîhanê Googleyê, welatê ku herî zêde Kurd meraq kiriye Emerîkaye.
Motora lêgerînê ya herî mezin a Cîhanê Google daneyên xwe yên sala 2019’an eşkera kir. Li gorî van daneyan welatê ku herî zêde kurd meraq kiriye û li wan geriyaye Emerîka ye. Peyva “Kurds” di Cîhanê de herî zêde li Washingtonê populer bûye. Bi dorê bajarên mîna Yonkers, Los Angeles, Chîcago, Phîladelphîa, New York, Toronto, Sydney, Londra, Melboûrne û Steanbolê Washingotnê şopandine.
Di lîsteyên pirsan ên li ser Google de herî zêde “Turkey Kurds” derketiye pêş û di pey de jî “who are the Kurds”.
MA/NAVENDA NÛÇEYAN