
Li gor daneyên Amazon ku bi ser înternetê re pirtûkan difiroşe, di sala 2016´an de herî zêde pirtûka J.K. Rowling “Harry Potter and the Cursed Child” (Beşa 1 & 2) hatine firotin.
Amazon wekî malpera bi ser înternetê re firotina pirtûkan dest pê kir. Malperê dûre berê xwe da firotina gelek tiştên din. Lê hê jî li dinyayê malpera ku herî zêde pirtûkan difroşe ew e. Ev malpera firotina pirtûkan Amazon niha lîsteya pirtûkên li dinyayê herî zêde hatine firotin eşkere kir.
Li gor malperê herî zêde pirtûka J.K. Rowling “Harry Potter and the Cursed Child” (Beşa 1 & 2) hatine firotin. Piştî wê pirtûka Paul Kalanithi “When Breath Becomes Air” tê.
5 pirtûkên herî zêde hatine firotin
Li gorî daneyên Amazonê 5 pirtûkên herî zêde hatine firotin:
1- Harry Potter and the Cursed Child, Parts 1 & 2,, Nivîskar: J.K. Rowling, Jack Thorne û John Tiffany
2- When Breath Becomes Air, Nivîskar: Paul Kalanithi
3- The Whistler, Nivîskar: John Grisham
4- The Last Mile (Amos Decker series), Nivîskar: David Baldacci
5- Killing the Rising Sun: How America Vanquished World War II Japan, Nivîskar: Bill O’Reilly and Martin Dugard
NAVENDA NÛÇEYAN