Di anketê de ji bo pirsa; "Eger hûn rastî şîdetê hatibin ji aliyê kî ve hat kirin?" ji sedî 26,8 xelkê Amedê bersiv da ku rastî şîdeta polîs û eskeran tên.  Di anketê de ji bo pirsa; "Ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin di nav civakê de şîdet pêş dikeve" jî ji sedî 72,2'yan bersiva; "ez tevlî vê nêrînê dibim" da.
Hîndekarên Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Sabrî Eyîgun, Doç. Dr. Beyçet Oral û Doçentê Alîkar Dr. Metîn Gultekîn li ser pirsa; "Eger hûn rastî şîdetê hatibin ji aliyê kî ve hat kirin?" anketek çêkirin. Hîndekarên Zanîngehê û 3 hezar kes tevlî anketê bûn. Encamên anketê hat eşkerekirin.
Pirsên ku di anketê de hatine amadekirin ji kesên ku li Amedê dijîn hatin pirsîn.  Di anketa ku ji du beşan pêk tê de di beşa yekemîn de pirsên li ser rewşa civakî-aborî hatin pirsîn. Di meşa duyemîn de jî li ser şîdet û dijwariyê 55 pirs cih digirin. Ji sedî 54 mêr û ji sedî 46 jinan di anketê de nêrînên xwe anîne ziman.

Sedemên wê yê civakî, siyasî û çandî  hene
Encamên anketê doh bi daxuyaniyeke çapameniyê hate eşkerekirin. Prof Dr. Sabrî Eyîgun diyar kirin ku ji ber mêr xwedî helwesta şîdetê ne wan herî zêde ji wan pirs kirine. Dr. Sabrî Eyîgun diyar kir  ku li gorî anketê, ji bo çavkanî û sedemên şîdetê 4 sernivîsên sereke hatiye amadekirin û tevî aliyên civakî, çandî, her weha namûs, doza xwîne, cesaret jî li ser nêzîkatiyên şîdet û dijwariyê bandorê dikin. Eyigun weha got: "Pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji çaresernekirina pirsgirêka kurd digirin hene. Bi taybet jî ji salên 90´î û vir ve, ji ber rewşa şer ya li herêmê, şîdeta çandê pêş ketiye. Her weha tevî sedemên ehlaqî, bawerî û olî, xizaniyê jî pêşî li zêdebûna şîdetê vedike. "

Ji sedî 26,9 rastî şîdeta polîsan tên
Di anketê de ji bo pirsa; "Hûn di warê fîzîkî, giyanî û civakî de rastî şîdetê hatin an na?" ji sedî 39,1 bersiva "erê" daye, ji sedî 69,9 jî bersiva; "na" daye. Ji bo pirsa "Eger hûn rastî şîdetê hatibin ji aliyê kî ve ev pêk hatiye?" ji sedî 12,4 bersiva; "ji aliyê dayîk û bavê xwe ve" ji sedî 8,4 bersiva; "ji aliyê hevalên xwe ve",  ji sedî 11 bersiva; "ji aliyê mamoste û rêvebirên dibistanê ve", ji sedî 26,8 bersiva; "ji aliyê polîsan ve", ji sedî 40 jî bersivên giştî hatiye dayîn. Di anketê de ji bo pirsa; "Eger we şîdet dîtibe, rastî şîdeteke çawa tên?" ji sedî 21,9 bersiva "şîdeta fîzîkî", ji sedî 52 " bersiva "şîdeta derûnî", ji sedî 13,9 jî bersiva "şîdeta civakî", ji sedî 12 jî bersiva; tundiyên cihê dane.

Neçareserkirina pirsgirêka kurd dijwariyê zêde dike
Di anketê de ji bo pirsa "Ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin di nav civakê de şîdet pêş dikeve" ji sedî 11 bersiva; "tevlî vê nêrînê nabim", ji sedî 16,8 bersiva "ji hin aliyan ve tevlî vê nêrînê dibim", ji sedî 72,2 jî bersiva; "tevlî vê nêrînê dibim" dane.  Ji bo pirsa sedema şîdetê herî zêde ji ber çi ye jî sedî 43,4 kêmbûna perwerdeyê, ji sedî 6,8 kevneşopiyên herêmê, ji sedî 4,6 nêzîkatiyên malbatê, ji sedî 6,1 xirabûna nirxên civakê, ji sedî 11,4 kêmbûna dîndariyê, ji sedî 16,2 newekheviya aborî û civakî û ji sedî 4,8 jî sedemen hwd. destnîşan kirine. 

DÎHA/AMED