FÎLÎZ ZEYREK / JINNEWS / EDENE    Tiştên Mala Hunerê ya Hermel Cafe ji kafeyên din cuda ye. Ya girîng taybetmendiya ku didin çand û huner e. Bahar Bozkurt diyar kir ku ew hewl didin bedewiya alternatîf li çanda kafeyê zêde bikin û got, kesên dixwazin sohbeteke germ a bi huner re tevlihev bûyî, bikin, bila bên serdana Hermel Cafe yê. Mala Huner, Hermel Cafe par li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Kuru Kopru hat vekirin. Ji bilî kafebûnê, li kafeyê di beşên cuda yên hunerî de ders tên dayîn. Şanoger Bahar Bozkurt der barê mijarê de got: “Qeydên dersên erbane, baglama, şano, folklor, koro û şanê hatine destpêkirin.” Baharê îşaret bi civakîbûna bi tehlûke ya ciwanan kir û got, “Wek tê zanîn yek ji qadên civakîbûnê kafe ne. Mixabin ciwan li van deran bi awayekî neerênî bi bandor dibin. Me jî xwest em hawireke ji bo ciwanan ewle ava bikin. Ji ber vê me kafeyeke alternatîf vekir.”   Li her kesî vekiriye Bahar Bozkurtê di berdewamiyê de destnîşan kir ku li dijî cihên ku asîmîasyon û hişbir heye, cihekî cuda vekin û got, “Me li dijî asîmîlasyon, ji rêderketin û hişbirê ji bo ciwanan hawirek çand û huner vekir. Ne tenê ciwan her kes dikare bên kafeyê. kesên dixwazin sohbeteke germ ya bi huner re tevlihev bûyî, bikin bila bên serdana Hermel Cafeyê.”