Kurdên ku li Swîsreyê dijîn ji bo protestokirina rejîma Îranê bi rojan e li kolanan in. Kurdên ku li bajarê Zurichê yê Swîsreyê pêr hatin ba hev, bi pankarta ‘Ji dagirkeriya rejîma Îranê ya li Kurdistanê re na’ xwepêşandanekê hat lidarxistin. Di meşê de hima him dirûşmeyên ‘Îrana faşîst ji Kurdistanê bicehinime’, ‘Tirkiyeya terorîst’, ‘Îrana terorîst’ hatin berzkirin. Xwepêşandana li Zurichê, digel Federasyona Komeleyên Kurd ên li Swîsreyê (FEKAR) gelek sazî û rêxistinên Kurdan piştgirî danê. Piştî axaftinan çalakvanan destnîşan kirin ku li hemberî êrîşên rejîma dagirker Îranê di 10’ê Tebaxê de li ber Neteweyên Yekbûyî ya li Cenefê (Cenevre/Genéve) dîsa werin ba hev.

ANF/ZURÎCH