FRANKFÛRT: Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Bi dehan kesên piştî nîvro li Haûpwache li hev civiyan, pankarta bi nivîsa “Ya jiyaneke bi rûmet, ya jî berxwedaneke bi rûmet, 40 mîlyon Kurd bê statu ne” vekirin. Tevî baranê jî çalakî bi qasî saetekê dewam kir.
SAARBRUCKEN: Li bajarê Elmanya Saarbruckenê jî, ciwanan çalakiya dengderxistinê lidar xistin. Bi qasî 100 ciwanên saet di 22:00 de li ber Europagalerî li hev civiyan, helwesta hikûmeta Elman protesto kirin û gotin, “Eger mirovên me dimirin, eger mirovên me ranazên, em ê nehêlin hûn jî razên”.
HAGEN: Li bajarê Elmanya Hagenê jî bi pêşengiya YJK-Elmanya, komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Kurdistaniyên derketin kolanan bi hêrsek di asteke bilind de dewleta Tirk şermezar kirin.
STRASBOÛRG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê, gelek jinên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê li hev civiyan, ji bo komkujiyên dewleta Tirk li Cizîr û tevahiya Kurdistanê dike şermezar bikin, li Gara Trenê ya Navendî çalakiya dagirkirinê pêk anîn. Çalakgerên ku piraniya wan jin bûn, saet di 21’an de ketin hundirê Gara Trenê, li vir pankart û al vekirin û komkujî protesto kirin.
NANTES: Li rojavayê Fransayê bajarê Nantesê jî çalakiyên bêdawî û bênavber didomin. Duh jî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Jinê ya Zîn, li Gara Trenê ya Nantesê çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin.
NEW YORK: Li bajarê DYA New Yorkê, komkujiya li Cizîrê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin. Tevî New York û New Jerseyê, ji Bostonê jî tevlîbûn li çalakiyê çêbû. Li ser banga HDK New Yorkê, xwepêşandêr li ber avahiya navendî ya New York Timesê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Girseya gel piştre ji vê derê dest bi meşê kir û berê xwe da avahiya navendî ya CNN a li New Yorkê. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li hemberî komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin bikevin nava tevgerê.
DEN HAAG: Kurdên li Den Haagê dijîn, li dijî komkujiyên AKP’ê daketin kolanan. Di çalakiya li ber avahiya parlamentê de, karîkaturên Hîtler û Erdogan ên li cem hev, hatin hilgirtin. Çalakgeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî serdana Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya li Hollandayê dan.
VIYANA: Kurdistaniyên li Awûstûryayê dijîn, ji St. Poltenê dimeşin Viyanayê. Kurdistanî û dostên wan wê bi qasî 70 kîlometreyan bimeşin û sibe saet di 17:30 de beşdarî mîtînga aktîvîstên jin bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN