
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê bi çalakiyên girseyî yên li Ewropayê tên protestokirin.
MAGDEBÛRG: Li bajarê Magdebûrg ê Elmanyayê, bi armaca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê çalakiyek lidar xistin. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin diyar kirin ku dewleta Tirk êrîşî Şengal û Rojava kiriye.
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Kongstrê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê protestokirin. Di mitîngê de Nûnerê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Niyazî Oztaş, Berdevkê PYD’ê Ahmed Kobanê, li ser navê AGÎF’ê Onûr Guler, li ser navê ATIF’ê Suleyman Çelebî axifîn.
HALLE: Li bajarê Halle yê Elamanyayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiya ji aliyê Kuristaniyan ve hate lidarxistin de rêxistinên çep ên Elmanya jî piştgirî kirin. Di çalakiya daxwaz ji Elmanyayê hate kirin ku li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve de, dirûşmên “Em ê bi ber xwedanê bi ser bikevin” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin.
MANNHEÎM: Êrîşên li ser Rojava û Şengalê li Mannheîmê jî hatin protestokirin. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, HDK, DGB, SKB û Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrvan ve hate piştgirîkirin, li stasyona navenda Mannheîmê hate lidarxistin.
BOCHUM: Li Bochûmê êrîşên bi balafirên şer ên bi ser Şengal û Rojava de bi meşekê hate şermezarkirin. Di meşê de gelek Kurdistanî amade bûn, her wiha Partiya MLPD’ê jî destek da meşê. Di meşê de pankarta ‘’Bijî berxwedana Şengalê, Bimre Xiyaneta PDK’ê hate hildan û dirûşmên ‘’Kujer Erdogan’’ hatin berzkirin.
ENDÎBÛRGH: Li paytext Endîbûrgh a Îskoçyayê, êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava hatin protestokirin. Girseya ku li pêşiya Parlemetoya Îskoçyayê kom bûn, pankart vekirin û broşur belavkirin. Di çalakiya êrîşên AKP’ê û artêşa Tirk hate protestokirin de tim dirûşim hatin qîrkirin.
PARÎS: Li paytext Parîs a Fransayê hevparên HDK-Fransa êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê û referandûma bi hîle ya 16’ê Nîsanê protestokirin. Di çalakiyê de pankartên “Ji diktatoriya faşîst re NA” û “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê derkeve” hatin vekirin.
LÛZERN: Êrîşên dewleta Tirk li Lûzernê jî hatin protesokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava li bajarê Lûzern a Swîsreyê hatin protestokirin. Di çalakiya protestoyê ya li bajarê Lûzernê gelek Kurdistaniyên li çar parçeyên Kurdistan û dostên wan beşdar bûn. Çalakgerên kul i pêşiya Avahiya Şanoyê kom bûn, li dijî Erdogan û Tirkiyeyê dirûşûm qîr kirin.
ZURÎH: Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiya li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin de, di axaftinên hatin kirin de diyar kirin ku ev êrîşa li ser Rojava û Şengalê dide nîşandan ku ev lebitînên dawî yên Erdogan in.
TAMBOV: Li Tambov a Federasyona Rûsyayê, li ser navê Kurdistaniyên li Pervomasyskiyê Melcîsa Gel bi daxuyaniyekê êrîşÊn dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku her kes li Şengalê û Rojava xwedî derbikeve.

LÛZERN

TAMBOV
NAVENDA NÛÇEYAN