Nerazîbûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê her ku diçe zêde dibe. Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê bi meşekê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, kantona Şehbayê û binpêkirênên li Efrînê şermezar kirin.

Meş bi dirûşmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê û Şeladizê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin” ji ber Stada gundê Babins ê navçeya Fafîn a Şehbayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên şoreşa Rojava, şehîdên greva birçîbûnê, posterên Rêber Abdullah Ocalan û çiqlên zeytûnan hatin hildan.

Destekê dide terorê

Meşvan heta qada Bazarê ya navenda gundê Babnisê meşiyan û li wir mitingek hat lidarxistin. Di mitingê de endama Koordînasyona Kongreya Starê ya herêma Efrînê Zelal Xebat axivî. Zelal diyar kir ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dewama siyasetên dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrînê ye û got; “Dewleta Tirk a faşîst destekê dide terorê. Beşek ji xaka Sûriyê di nav de Efrîn dagir kir. Rojane Komkujan pêk tîne û sivîlan direvîne. Herêmê ji niştecihên wê yên resen vala dike û li şûna wan malbatên çetayan bi cih dike.”

Bêdeng nemînin

Bi navê Meclisa Kantona Efrînê jî daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurdistanê yê hundir û derveyî welat tê kirin ku li hemberî siyasetên dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin. Her wiha bang li civaka navdewletî jî hat kirin da ku li hemberî binpêkirinên Tirkiyê bêdeng nemîne. Meş bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û Şeladîzê bi dawî bû.

 

ANHA/ ŞEHBA