Li paytexta Polonya Varşova, li bajarên Swîsre Bern û Frîbourgê, li bajarên Elmanya Aachen, Hagen û Essenê, li bajarên Fransa Evry-Melun û Strasbourgê, komkujiya Enqereyê bi girseyî hat şermezarkirin.
VARŞOVA: Li paytexta Polonya Varşovayê, bi qasî 200 kesî komkujiya Enqreyê şermezar kir. Tirkiyeyî û Polonyayiyên li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê civiyan, çalakiya bi navê „Em kujeran nas dikin“ lidar xistin. Di daxuyaniya bi zimanên Lehî, Kurdî û Tirkî de hat ragihandin ku berpirsyarê komkujiyê AKP û mekanîzmayên dewletê yên di destê AKP’ê de ne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta AKP’ê ya bi xemsarî nêzî komkujiyên bombeyî yên li Amed û Pirsûsê bû, bi awayekî eşkere her kesên li hemberî xwe, mirovên aştî û demokrasiyê dixwazin, hedef digire. Çalakgeran diyar kir ku li hemberî hêzên ev komkujî kirî ew bi serbilindî disekinin û ti carî wê serî netewînin. Li Varşovayê wê çalakî di nava hefteyê de bi meşên bi find ên li cihên cuda dewam bikin. Roja Şemiyê saet di 15:30 de jî wê li ber peykerê Kopernîkê girseya gel bicive û meşeke girseyî lidar bixe.
BERN: Li bajarê Swîsre Bernê, bi pêşengiya Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê (ÎGÎF), bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê li ber gara navendî ya Bernê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku SYKP û Meclîsa Jinê ya Mizgîn jî destek dayê, li ser navê ÎGÎF’ê Tayfûn Tayfûn peyivî. Tayfûn ragihand ku ev komkujî ji bo pêşîgirtina li hatina cem hev a tevgera Kurd û hêzên demokrasiyê, ji aliyê dewletê ve hatiye kirin. Tayfûn got, „Ne li Kurdistanê ne jî li metropolên Tirkiyeyê wê ti kes nikaribe pêşî li berxwedana aştî û azadiyê bigire.“ Piştî axaftinan çalakgeran çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bûn.
FRÎBOURG: Li bajarê Swîsre Frîbourgê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk, bi beşdariyeke xurt, komkujiya li Enqereyê hat lenetkirin. Girseya gel a li ber navenda kar a Frîbourg Manor civiya, ber bi Place Python ve meşiya. Di meşê de dirûşmên „Kujer Erdogan“ hatin qîrîn. Hêrsa çalakgeran a li hemberî AKP û Erdogan gelekî mezin bû. Piştî meşê, mîtîng hat lidarxistin û bi axaftinan bi dawî bû.
AACHEN: Komkujiya Enqereyê, li bajarê Elmanya Aachenê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Bi qasî 1500 kes saet di 16:30 de li Navenda Çanda Demokratîk a Aachenê civiyan û ber bi navenda bajêr Elisen Brunnen ve meşiyan. Piştî meşa ku hejmareke zêde belavok lê hatin belavkirin li Elîssen Brûnnenê ji bo mirovên jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku li pişt komkujiyê AKP û dîktatorê serkêşê wê Tayyîp Erdogan hene. Di axaftinan de banga bilindkirina têkoşîna aştî û azadiyê hat kirin.
HAGEN: Li bajarê Elmanya Hagenê, komkujiya Enqereyê ji aliyê 2 hezar kesan ve hat protestokirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Fîdan a Hagenê ve hat organîzekirin û girseya gel li ber HBF a Hagenê kom bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Jinê ya Fîdan, FEDA, DÎDÎF, Atîf, AABF û COÛRAGE axaftin hatin kirin. Di axaftinan de faşîzma AKP û Erdogan hat lenetkirin û bang li her kesî hat kirin ku di vê pêvajoyê de li dora HDP’ê bicivin. Li aliyê din wê li ber HBF a Dortmûndê di navbera 13-15’ê Cotmehê de ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rozerîn û Meclîsa Jinê ya Gîdan ve kon bê vedan.
ESSEN: Li bajarê Essenê, bi qasî 2 hezar kesan komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Di çalakiyê de navên mirovên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan yek bi yek hatin xwendin û beşdaran di xwendina her navî de bersiva ‘li vir e’ dan. Di axaftinên li çalakiya ku komên çep ên Elman jî destek danê de hat ragihandin ku Erdogan ji bo otorîteya xwe, sûcê li djiî mirovahiyê dike.
WUPPERTAL: Komkujî li bajarê Elmanya Wuppertalê jî hat şermrezarkirin. Di meşa bi vê armancê li ber Cîty Arkadenê destpê kirî de jin û zarok li refên herî pêş bûn. Girseya gel li hemû kolanên navendî yên bajêr bi gotina dirûşme û sirûdan geriya û li cihê destpêkirina meşê li Cîty Arkadenê vegeriya. Di axaftinên li vir de hat gotin, „Em ê vê êşê ji bîr nekin û li hemberî êşan li ber xwe bidin.“
DORTMUND: Li bajarê Elmanya Dortmundê komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. Li ser banga Meclîsa Jinan a Rozerîn, ji ber komkujiya li Enqereyê ji bo protestokirina AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li ber Dortmund HB Katharinnentreppe, standa enformasyonê û bîranîna hat avakirin. Di standê de heman demê, li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Têkildarî komkujiya li Enqereyê pêşangeha wêneyan hat vekirin û ji bo şehîdên aştiyê find hatin pêxistin. T
EVRY-MELUN: Şaredariya Evry û Navenda Civaka Demokratîk a Evry û Melun a Fransayê, bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê çalakiyeke protestoyî ya hevpar lidar xistin. Di çalakiyê de Şaredarê Grîgney û gelek Kurdistanî û Fransayî amade bûn. Şaredarê Grîgny Phîlîppe Rîo, endamên Meclîsa Şaredariyê, papaz û meleyê bajêr, Hevseroka CDK-F Cemîle Renklîçay, nûnerê DÎDF’ê Denîz Oztopal, nûnerê ATÎK’ê Bariş Aydin û nûnerê FÛAF’ê axivîn. Şaredar Rîo, êrîşa li hemberî mîtînga aştî û demokrasiyê ya rêxistinên civakî yên sivîl, HDP û sendîkavanan, şermezar kir. Rîo bibîr xist ku ev komkujiya barbar piştî Amed û Pirsûsê ya sêyemîn e û ji malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. Rîo ragihand ku weke parêzvanên aştî û demokrasiyê ewê her tim piştgiriyê bidin gelên Tirkiyeyê.
STRASBOURG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê, ji bo bîranîna mirovên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li Place Kleber find hatin pêxistin. Hat ragihandin ku ev çalakiya bêdeng wê her êvarê saet di 19:00 de bê dubarekirin. Ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, qurnefîl hatin danîn. n NAVENA NÛÇEYAN