Xwepêşandan ji pêş avahiya Ciwanên Şoreşger destpê kir. Welatiyan al û sembolên Kurdî û pankêrtên şermezarkirina komploya navnetewî hilda bûn û bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê diqîriyan. Xwepêşandan di tax û kolanên bajêr re derbas bû û gihîşt Qada Azadî ku li wir konê piştgiriya Kobanê hatibû vegirtin. Li Qada Azadî li ser navê TEV-DEM'ê, Yekîtiya Star, Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin. Axaftivanan bal kişandin ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku ev komplo hê jî bi êrîşên li dijî Kobanê dewam dike. Di axaftinan de bêdengiya navnetewî ya li hemberî komkujiyên ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî sivîlan pêk tînin hat şermezarkirin . Her wiha peyama Desteya Kordînasyona Niştîmanî a Hêzên Veguherîna Demokratîk li Sûriyeyê (Heyet El-Tensîq ) ku tê de kompoloya li hemberî Ocalan û êrîşên li dijî Kobanê hatibûn şermezarkirin, hate xwendin. Di dawiya xwepêşandanê de avakirina tabûreke yekîneyên parastina cewherî hat ragihandin.
TIRBESPIYÊ