Bi dehan endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina kiryarên PDK‘ê û êrîşkirina li ser kerwanê têkoşer (Îmam Badîn) Fîrza Kadro ê ku di 3‘ê tebaxê de di berxwedanan Minbicê de jiyana xwe jidest da, daxuyaniyeke dane raya giştî.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nêzîkatiyên van aliyan destdirêjiya nirêxên şehîdan û şewitandina alên YPG‘ê ye.

Meclîsa Malbatên Şehîdan hişiyarî dane kesên ku li dijî nirxên şehîdan derdikevin û wiha dom kir:” Em ê li hemberî van nêzîkatiyên bê mirovî bê deng nemînin, xwîna ku axa Rojava av da ne erzan e. xwîna van şehîdan pîroz û bi hurmet e. Em ê destûr nedin ku tu kes bazirganiyê bi xwîna şehîdên me bikin. Em wekî Meclîsa Malbtên Şehîdan em ê li hemberî Encumena Niştimanî ya Kurdî  ku bi xwe Erdogan û DAIŞ in, bisekinin.”

Li Amûdê jî li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna bi dehan endamên meclîsê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Til Temir Mihemed Seyîd Şêxmûs ve daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku îxaneta PDK‘ê her tim dûbare dibe. YPG/ YPJ‘ê bûye cihê baweriyê û nirxên mirovahî û şarestaniya gelan li hemberî hêzên herî tundurawî berxwedaneke mezin nîşan dide.


Xizmeta AKP´ê dike

Meclisa  malbatên şehîdan a Serêkaniyê jî daxuyaniyek da û PDK‘ê şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê  endama malbata şehîdan  Nûgiya Emîn ve hate xwendin.

Li Dirbêsiyê jî Endamên Meclîsa Malbtên Şehîdan li hev kom bûn û daxuyaniyeke dane raya giştî. Endamê meclîsê Fehed Şikirî daxuyanî xwend. Fehed destnîşan kir ku nêzîkatiyên PDK‘ê yên li hemberî rûmet û pîrozbahiyên şehîdan xizmeta AKP‘ê dike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN