Li bajarê Swîsreyê Baselê Swîsreyê û paytexta Awusturyayê Viyanayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin.
Li Baselê, li ser banga Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re çalakî li Claraplatzê hate kirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Di axaftinan de bêdengiya CPT û saziyên mafên mirovan ên li hemberî çalakiyê hate protestokirin û bang li wan hat kirin ku ev sazî bi erka xwe rabin. Piştî belavkirina belavokan çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
Silav dan berxwedêran
Li paybexta Ewûstûrya Viyanayê jî bi heman armancê li qada Hochburgê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de li gel hildana wêneyên Ocalan, wêneyên çalakvanên grevên birçîbûnê jî hatin hilgirtin. Di çalakiyê de belavokên li ser grevên birçîbûnê, daxwaza bi dawîkirina tecrîdê hatin belavkirin û berxwedêrên grevên bicîbûnê hatin silavkirin.
ANF / BASEL-VIYANA