
Ji bo bîranîna Ethem Oruç
(Betal) û hevalên wî...
Piştî demek dirêj min dîsa ew dît. Bi dîtina wî ez gelek kêfxweş bûbûm. Ew zehf guherîbû. Ew fermandar bû. Tenê fermandar nebû, mamoste bû, ders dida me. Dersdayîna wî jî xweş bû. Wî mijaran bi me nedida jiberkirin, bi me dida fêmkirin. Wî her tim digot; “Pêşî meraq, dûre lêgerîn û herî dawî dîtin an jî bi destxistin.”
Ew hevalek kûr bû, kûr diaxivî. Loma axaftinên wî tim me dihizirandin, lêgerînê çêdikir. Di nava axaftinên xwe de biwêj û gotinên pêşiyan baş û di cihê wê de zehf bi kar dianî, peyama mijarê dida. Hîngî gotinên pêşiyan û biwêjan bi kar dianî, hevalan jê re digotin; “Fîlozofê gel.” Dîsa ew di têkiliyên civakê de zehf dilgerm bû; xweşsohbet bû. Wî dilsozî û germahiya wî xwe zû bi mirov dida hezkirin. Me hemûyan jê hez dikir. Bi sekna xwe moral û wêrekî dida mirovan. Henek dikir, di nava henekên xwe de jî mirovan dida hizirandin. Hîn caran me jê dipirsî “Mamoste hûn kîjan sal hatin ser rûyê dinê” wî jî bi henek bersiv dida û digot; “Ew sala ku berfa sor barîbû ez hatim dinê.” Dema me digot di kîjan mehê de hema bersiv dida û digot; “Di meha ku baqle serî dida” de van gotinên wî bi me re meraq û lêgerîn çêdikirin. Gelo berfa sor çi dem barîbû, yan jî barîbû yan na? Berfa sor dibare yan na? Baqle çi dem di serî didin. Zêde bersivên wî ji me re nûn bûn. Me ji hev dipirsî lê dîsa me bersivek zelal nedigirt. Ew bi van lêgerînên me kêfxweş dibû. Wekî ku bêje “Li bersivên amade negerin, meraq bikin bigerin û bibînin”
Dema xatirxwestinê bû…
Demsal bihar bû. Hemû gul û kulîlk ji xewa zivistanê rabûbûn û serê xwe bilind kiribûn; xemla xwe li xwe kiribûn û deşt û çiyayan xemilandibûn. Bayê hênik dihat û vê bayê hênik bêhna hemû gul û sosinan dianî derdora wargeha me. Em bi vê xweşiya wê sermest bûbûn. Em di hêlek de vê xweşiyê dijiyan di hêla din de me pêşniyarên xwe kiribûn û em li benda bername û plansaziyê bûn. Loma bi me hemûyan re bêsebrî û coşek jî hebû. Me meraq dikir ka dê kî here kîjan herêmê. Ya rastî em hemû zehf hînê hev bûbûn. Loma me qet nedixwest em ji hev biqetin, me dixwest em hemû ligel hev bin. Lê ev şoreş bû. Loma daxwaz û pêdivî carna hev nagirin. Li gorî pêdiviyên şoreşê, pêdivî li ku be divê mirov here wir. Piştî ku plansazî hatin diyarkirin ev meraqa me jî çû me êdî dizanibû dê kîjan heval herin kîjan herêmê. Bi vê diyariyê ve di nava wargehê de xebatek jî çêbû. Êdî dem hatibû kîjan hevalan perwerdeyê girtibûn dê bixistana meriyetê. Li gorî plansaziyê fermandarê me Ethem jî dê biçûya hêla Hêrvisê. Loma em ê demekî bê sohberên wî, axaftinên wî yê fîlozofîk bimana. Me yê bêriya wî bikira, bêrîkirina hevaltiyê.
Wekî kevneşopiyek bû, beriya komên herêman herin, li wargehê wêne dihatin kişandin, şev dihatin lidarxistin û herî dawî dema çûyîna cenga azadiyê û xatirxwestinê bû. Di vê rêyê de bedel dabûn. Dibe ku me êdî hev nedîta, dibe ku me bi awayekî xurtir jî hev bidîta. Dibe ku plansaziyek nû çêbûya em biçûna û careke din bihatana. Dibe ku... Dibe ku... Loma hemû kêliyên van deman hem ji bo me wateder bûn hem jî bîranîn bûn. Di nava van bîranînan de coş hebû, moral hebû, hesret hebû,daxwazî hebû, meraq hebû, hezkirin hebû, veqetîn hebû, şoreş hebû, stêrkbûn hebû... Hebû hebû...
Rêwiyên azadiyê…
Êdî dema çûyîna wan hatibû, beriya bi rê bikevin ji hemû hevalan yek bi yek xatir xwestin û hemûyan ji hev re serkeftinê xwestin. Dema hevalê Ethem ji min xatir xwest min jî pêşî jê re serkeftinê xwest û dûre got: “Gelo em ê careke din kengê hev bibînin?” Wî dîsa wekî her car bi awayekî devbiken û fîlozofîk bersiva min da û got: “Di dema daweta kûsiyan de” wî peyama xwe da lê min zêde fêm nekir. Ew dema daweta kûsiyan kengê bû min nizanibû. Heta demek wisa hebû yan jî tunebû min wê jî nizanibû. Min hevokek wiha cara yekem bû seh dikir. Mêjiyê min li bersivên vê digeriya lê... Gelo ev dem di demsala biharê de bû, ya havînê, ya payîzê yan jî di demsala zivistanê de bû... Ez hêj vana difikirim koma hevalê Ethem di nav de hêdî hêdî ji ber çavên min winda dibûn. Ew rêwî bûn, rêwiyên azadiyê. Ew hêvî bûn, hêviya gelê xwe vê daxwaza wan, ew ber bi çiyayên Hêrvis ve dibir. Em êdî ji wan li benda agahiyên xweş bûn. Çiyayê Hêrvis çiyayê Bedlîsê...
Êdî demsal havîn bû. Wekî hemû demsalan hevîna welat xweş e. Dema ku mirov di vê demsalê de li lutkeyên çiya be, ev xweşikî bi tamtir e. Tameke wê ya cuda heye û nayê vegotin, tenê tê jiyandin. Em dem û demsalek wiha dijiyan. Ew roj, destpêkê baran barî lê tava piştê baranê xweşiktir e. Me hema agirê xwe dada, çaydana xwe tije kir da ji me re çay çêbikim. Lê me dît ku çilkên baranê bi ser me de hatin. Hevalek hema şekir rakir û got “Ev çi ye çi nîne baran tê” di koma me de hevalek navsere rabû hema bersiv dayê û got: “Heval, baran bariye bê ewr çend salan carek çêdibe. Di nava gel de ji vê demê re dibêjin dema daweta kûsiyan” vê biwêje bi min re coşek çêkir.
Ew axaftinên hevalê Ethem hatin bîra min. Wî gotina “em ê di dema daweta kûsiyan de hev bîbînin.” Hat bîra min. Ev dem jî êdî hatibû. Loma çavên min ji her demê zêdetir li hêla Çiyayê Hêrvis bû. Min digot dê demek din werin an na? Ew roj çerxa felekê çewt zivirîbû li Çiyayê Hêrvis, neyar dora we girtibû wekî mij û xumamê. Hêrvis ew roj bilind bû, bi heybet bû. Hêrvis ew roj dorpêçkirî bû. Hêrvis ew roj sar bû germ bû. Hêrvis ew roj berxwedan bû û dîrok bû. Hêrvis ew roj stêrk bû.
Hêrvis,
Çiyayê bilind warê cengzanan
Ka Betalê min
Hêrvis,
Hilma berxwedanê
Ka Ethemê min
û
Hêrvis hêlîna bazan
Ka mamoste û fermandarê min.
Ka bêje Hêrvis, ka bêje?
We çima neparast Ethemê min
Ax Hêrvis ax!
Ez îro xemgîn im bi hêrs im
Xwe neyne bîra min.
Em ew roj hîn bûn ku li Hêrvisê cengeke giran qewimiye û du heval bûne stêrk. Em ew roj xemgîn bûn... Me ew roj careke din sond xwar û soz da ku em ê te azad bikin Hêrvis. Em ê xwe azad bikin.
FAÎK TAÇ / Girtiheha Tîpa-F a Kandiraya KOCAELIYÊ