Vî rakûnî hesabê şaş kir; zikê xwe li xwe kir têr, xwe bi xwarinê werimand û paşê dema ku xwest di rêya hatî re vegere kuna xwe, li kêzînê asê ma. Li bajarê Emerîkayê Zionê ku li eyaleta Illinois e; polîsên bajêr dawiya hefteya bihurî, danê sibehî dema dîtin rakunek di kêzînê de asê maye şaş man.

Rakun beriya ku di kêzînê de asê bimîne, çûbû nav tingê taxê û çopên malan ên li taxê zikê xwe têr kiribû. Xwedê dizane tişta xwarî gelekî pê xweş bû ku ji têrxwarinê wê de çûbû û zik li xwe kiribû meşk. Ha bi wî zikî jî nikarîbû di rêya tê re hatî vegere.  Departmana Polîsan a bajarêî Zionê doh wêneyên bûyerê li ser malpera xwe belav kirin. Polîsên ku bi alîkariya pisporan rakun ji cihê lê asê mayî xilas kir, pêşî wêneyên wî girtibûn. 


NAVENDA NÛÇEYAN