ALÎ KOÇER / ANF/AMED

 

Parlamenterê HDP’ê Tûma Çelîk diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bê rakirin û got, “Ev yek sûc e. Rojekê wê hesabê vî sûcî bê dayin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk li ser tecrîdkirina şidandî a Ocalan axivî. Çelîk bi bîr xist ku partiya wan projeyeke Ocalan e ku ji bo jiyana bi hev re ya hemû gel, nasnameyên çandî û pêkhateyên olî hatiye afirandin: “Projeya HDK yan jî HDP’ê yek ji karên herî serketî yên vê armancê ne.”

Tûma Çelîk destnîşan kir ku tecrîdkirina rêberekî bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye û got, “Lewma weke partî em tecrîdeke bi vî rengî ti carî qebûl nakin. Di vê çarçoveyê de çi ji destê me tê em wê dikin. Ji bo rakirina tecrîdê em li komîsyon û warên cuda her hewl didin.”

Parlamenter Çelîk bi bîr xist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve destûr nayê dayin ku Ocalan kesî bibîne û ji 11‘ê Îlona 2016’an ji dema hevdîtina malbatê û vir ve ti agahî jê nayê girtin û got, gelê Kurd ji vê yekê gelekî aciz e. Ji bo dawîanîna li vê rewşê jî xwest têkoşîn bê xurtkirin.

Ji vî gunehî bigerin

Çelîk destnîşan kir ku ti aliyekî insanî, hiqûqî û wijdanî yê tecrîdê nîne û wiha dewam kir: “Mirovên ku biryara tecrîdê dane, divê tavilê ji vê şaşitiyê bigerin. Ji şaşitiyê jî wêdetir ev yek sûc e. Yên ku niha desthilatdar in wê heta bi hetayê li ser desthilatdariyê nemînin. Her kesên ku şirîkê vî sûcî, divê ji vî guhenî bigere. Wê rojekê neçar bimînin ku hesabê vê bidin.”