Fermandarê Heşdî Şaebî li ser operasyona got, operasyon wê qonax bi qonax were meşandin. Ji fermandarên operasyonê Amîd Hemîd got, ew parêzvanên tevahiya axa Iraqê ne.
Artêşa Iraqê, polîsê federal ê Iraqê û hêza milîs a Şîa Heşdî Şaebî, ji bo navçeya Hewîce ya ser bi Kerkûkê, ku ji Tîrmeha 2014’an û vir ve di bin kontrola DAIŞ‘ê de ye, doh bi şev dest bi operasyonê kir. Hat ragihandin, ku operasyona navçeya Hewîceyê ya bi polîtîkaya ‘Erebkirinê’ ya serdema Sedam Huseyn re Erebên Sûnî lê hatin bicihkirin, wê qonax bi qonax were meşandin. Operasyon ji Şerqatê hate destpêkirin ku li rojavayê navçeyê ye.
Fermandarê Lîwayî Ehrarî Iraq a Heşdî Şaebî, Xebat Menmî anî ziman, ku ew li gel artêşa Iraqê tevdigerin û li dora nehiya Beşîr a li başûrê Kerkûkê hatine wezîfedarkirin. Wî her wiha da zanîn ku operasyon qonax bi qonax dewam dike.
Fermandarê Lîwa Sêyemîn a Heşdî Şaebî Şêx Nayîf Ehmed jî diyar kir ku hêza wan ji bo operasyona Hewîceyê berî salekê ava bûye. Ehmed got, “Hêzeke me ya ku bi qasî 2 hezar kesî heye. Hêza me ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tê.”
Her komên li nava Heşdî Şabî, ku bi rengekî çalak cihê xwe di operasyonê de digirin, her yek bi ala xwe tevlî operasyonê dibe. Li eniya şer jî, li ser her malê ala komeke cuda li ba ye.
Qonaxa yekê bi dawî bû
Hêzên Iraqî di roja yekem a operasyona kontrolkirina Hewîce de 11 gund kontrol kirin û pêngava yekem a operasyona Hewîce bi dawî hat.
Fermandarê Operasyona Kontrolkirina Hewîce Ebdulemîr Reşîd Yarela bi daxuyaniyekê bidawîhatina pêngava yekem a operasyona kontrolkirina Hewîce wiha ragihand: “Di çarçoveya operasyona îro (doh) ya kontrolkirina Hewîce de, hêzên firqeya 7´an a tugaya 2 ya ser bi Heşdî Şebî ve 11 gund kontrolkirin.”
ANF / HEWÎCE