Li Kantona Hesekê, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Ji Dirbesiyê, Serêkaniyê û Zirganê yên ser bi Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes tevlî meşa li Til Temirê bûn.

Çalakgeran ji ber avahiya Meclîsa Dayikên Şehîdan a Til Temirê dest bi meşê kir û bi wêneyên Ocalan û pankartan heta ber stada Şehîd Bilind meşiyan.

Hevserokê Meclîsa Til Temirê ya TEV-DEM’ê, Mihemed Seyîd Şêxmûs li ber stadê axivî û got, “Ev girseya gel nîşaneya xwedîderketina li felsefeya Rêber Apo ye. Gelên bindest bi saya felsefeya azadiyê bi ser dikeve.” Çalakî bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” qediya. 


ANHA / HESEKE