Şervanê QSD`ê Amir Teysîr Eba Zîd li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû.

Girseya gel cenazeyê şehîd Amir Eba Zêd (Spartakûs) ji Meclisa Malbata Şehîdan wergirt.

Ji bo şehîd li goristanê merasimeke leşkerî hate lidarxistin. Di merasimê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Rewaa Hisên, ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Ziyab Hesekê û li ser navê rêveberiya Kongreya Star a Şaxê bajarê Hesekê Helîma Ehmed axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Piştî axaftinanan nasnama şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatê Şehîda Rojda Ehmed ve hate xwedin û radestî malbatê hate kirin.

 

HESEKÊ