Peymangeha Zanistên Perwerdeyê ya Şehîd Çiya di 1‘ê Îlona 2015‘an de bi armanca gihandina mamosteyan ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) ve li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê hat damezirandin. Peymangehê piştî qeydkirina navên kesên ku serlêdan kirine û bi ezmûnê asta wan diyar kirin, dest bi perwerdeyê kir. Di dewreya yekem a perwerdeyê ku hîn dom dike de 594 kes cih digirin. Ji vana 137 mamosteyên zimanê Kurdî ne, 24 mamosteyên beşên din û 433 kes jî namzedên mamostetiya Kurdî ne.

433 xwendekarên peymangehê hefteyê 5 rojan dersên zimanê Kurdî dibînin. Mamosteyên ku hatine peymangehê jî tevli perwerdeyê dibin. Her wiha mamosteyên zimanê Kurdî hefteyê 8 setan dersên pêdagojî distînin. Mamosteyên ku di dema rejîma Baas de jî li dibistanan ders dane û hejmara wan 27 e jî hefteyê 8 seatan dersên zimanê Kurdî dibînin. Xwendekar û mamosteyên peymangehê mehê carekê jî dikevin ezmûnan.


Dema dewreyê 

Di dewreya ku dê 9 mehan bidome de, mamoste û xwendekar berevajî pergala perwerdeya dewletê, fêrî pergala perwedeya civaka demokratîk dibin. Mamosteyên ku tên peymangehê her wiha li dibistanan dersan didin û tiştên ku li peymangehê girtine, didin şagirtan. Piştî bidawîbûna dewreyê wê ji bo tevahiya xwendekaran 2 ezmûn werin lidarxistin û kesên serkeftî wê di sala perwerdeyê ya nû de li dibistanan dersan bidin.


 ANHA/HESEKÊ