AZAD SIFO / ANHA / GIRKÊ LEGÊ 


Tekane welatiyê Suryanî yê li Til Koçerê Hena Yaqûb e, ew bi rûkenîna xwe navdar e. Tevî ku Hena ji 70 saloiya xwe bihuriye, hê jî pîşeyê xwe didomîne.

Malbata Hena di sedsala 20`an de, piştî komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Xirîstyanan, koçber bûye û li bajarokê Til Koçerê yê Kantona Cizîrê bi cih bûye. Bavê Hena di destpêkê de karê çandiniyê kir, lê ji ber aloziya aboroyê ya wê demê, dest bi bazirganiyê kir û û paşê jî dest bi pîşeyê hesinkariyê û sererastkirina alavan kir. 

Hena Yaqûb ku zarokê herî biçûk ê malbatê ye, sala 1964`an li Til Koçerê ji dayik dibe. Li wê derê mezin dibe, dizewice û dibe bavê 3 zarokan. Hena ji bavê xwe Yaqûb fêrî pîşeya sererastkirina alavan dibe û bi bavê xwe re di dikana nêzî malê de kar dikir. Hena piştî çend salan bi bavê xwe re dixebite. Piştî wefata bavê xwe, neçar dibe ku li dikanê kar bike.

Hena Yaqûb di nav şêniyên bajaroka Til Koçer de weke kesekî dilxweş û rûken navdar e. Di çarçoveya jiyana wî ya li bajarok de bê ferq û cudahiya ol û netewe di nava şêniyan cihê rêzgirtinê bû.

Dema çeteyên Cebhet El-Nusra bajarok dagirkirin, Hena ji mala xwe derneket. Çeteyên El-Nusra tevî ku li dijî olên din kiryarên dûrî mirovahî dikirin û mal û milkên wan talan dikirin, lê şêniyên bajaroka Til Koçer nehîştin çete ziyanê bi mal û milkên Hena bikin.


Tir Koçeriyan ew parast

Welatiyê tek di bajaroka Til Koçer de, ku wek mamosteyekî civakî di nav şêniyên bajarokê de hatiye nasîn û di civakê de cihê rêzgirtinê ye, tevî ku 70 sal derbaskiriye hê karê xwe yê pîşeyî didomîne.

Hena Yaqûb rihê biratiyê û jiyana hevbeş di nava şêniyên bajarok de wiha nirxandin: "Ji dema em koçberî Til Koçer bûyî ve, bê cudakeriyeke olî yan neteweyî em jiyan. Şêniyên Til Koçerê ez parastim û nehîştin dema Cebhet El-Nusra li vêderê mal û milkên min talan bikin. Cebhet El-Nusra olên din qebûl nedikirin û mal û milkên wan talan dikirin.”

Hena malvahiya YPG/YPJ`ê dike ku bajarok rizgar kirine û dibêje, piştî bajarok ji çeteyan hate rizgarkirin, ew ewle û azad dijîn.