Li navçeya Êlihê Heskîfa Nû, ji ber ku dewleta Tirk ya ku Hekîfa kevin di bin ava bedava Ilisu de hişt, binesaziya wê temam nekiriye, lehiyê rê li ber zirarên mezin vekir. Şilî û barana zêde kir ku av bide ser Heskîfa Nû jî.

Dewleta Tirk Heskîfa dîrokî di bin avê de hişt, gelek berhemên dîrokî û bazara dîrokî jî bi destê xwe berê xira kirin. Hin berhem jî bar kirin Heskîfa Nû. Xelkê navçeyê jî bi darê zorê ji mal û dikanên wan kirin der.

Dewletê qaşo ji bo wan Heskîfa Nû ava kiribû. Helbet bi kalîteya xirab, daîreyên di apartimanan de yên teng çêkiribûn. Rê, kanalîzasyon û gelek karên binezasiyê jî jixwe nebaş hatibûn kirin û bi dawî jî nebûbûn. Lehiyê kir ku av bide ser vê Heskîfa Nû û rêya wê jî li çûnûhatinê girt.

 

MA/ÊLIH