
LUQMAN GULDİVE
Dewleta Tirk a ku dijminê tevahiya hebûn û xwebûna Kurd û Kurdistanê ye, xwe jê nade alî ku mîrateya çandî ya Kurdistanê tine bike, bi ser de jî habîtateke mezin a xwezayî ji serî heta binê xira bike. Çeka herî xedar a dewleta Tirk ji bo vê yekê avakirina bendavan, valakirina gundan û di bin avaê de hiştina erd û berên fireh e. Herî da wî jî bi navê “Bendavên Ewlekariyê” gefan li ewlehiya tevahiya Kurdistanê dixwin û ya rastî ji bo talankeriya xwe bi tenê kirasekî nû difesilînin. Di çarçoveya van hewldanan de dewleta Tirk ji mêj ve ye ku dixwaze li ser Geliyê Dîcle, li devera bi navê Germavê bedanvekê ava bike bi navê Ilisuyê. Ev bedava ku li gorî îdîayên rayedarên dewleta Tirk %85 - % 90 avakirina wê temam bûye, êdî gef û tehlûkeyeke yekser e ji bo mîrateya çandî-dîrokê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî ji bo Heskîfê. Bi vê re di heman demê de gelek cureyên heyawanan ên li Geliyê Dîcle jî wê tine bibin. Weke kula li ser kezebê bi ser de jî karê qaşo veguhestina avahiyên dîrokî jî bi şirketên xeşîm, nezan û nehestiyar didin kirin.
Heskîfiyan kevirê xwe daneînaye

Li ser vê talankeriyê em bi nûnerî Înîsiyatîfa Parastina Heskîfê Ercan Ayboga re peyivîn. Aybog bi bîr xist ku dewlet niha îdîa dike ku karê avahîsaziya bendava Ilisû, li dehma gundê Germavê yê ser bi Kerboranê, % 85 û bêhtir qediyaye û herçî gewdeyê bendavê ye, % 95 qediyaye û wiha dewam kir: “Diyar e hîna wê dereng bimînin ji be rku santrala elektrîkê, karûbarên binezasiyê, pirr û rêyên bihevgirêdanê temam nebûne.”
Ayboga ji vir berê xwe yekser da mozoleya Zeynel Begê, Heskîfa Nû û meseleya veguhestina xelkê û got, “Dewletê ev kar daye destpêkirin. Beriya 6 mehan rêyeke taybet da çêkirin ji bo veguhestina Mezelê Zeynel Begê. Pireke nû ya Heskîfê ku ji Batmanê, di ser Heskîfa Nû re diçe Kercos û Midyadê nîvî bi nîvî çêkirine.”
Li ser pirsa ka av wê bê gewimandin li bendavê, heger erê kengê jî, Ayboga wiha li me vegerand: “Em hêvî dikin têkoşîna me vê asteng bike. Dewletê îdîa dikir ku di nava 2017´an de karibe dest bi gewimandina avê bike. Lê bi derengmayîna niha ev beriya 201(an zehmet e dest pê bike. Em ê hewl bidin hîç ev yek dest pê neke. Bi her halî, dewletîkirina milkê xelkê bi rê ve çû, lê veguhestina cihê xelkê pêk nehatiye. Li hemberî biryarê jî % 15´ê xelkê Heskîfê ji bo ku li ser erd û malên xwe bimînin û gewimandina avê bidin rawestandin, miracaetî dadgehê kirine. Ev pêvajoya hiqûqî bi rê ve diçe. Lê herçî Heskîfa Nû ye, her kesê dixwaze nikare bibe xwedî malek li wir jî. Tevî ku xaniyên li wir tên firotin jî, tenê ji sê paran yekê xelkê miracaet kirî, hat qebûlkirin.”
Pêvajoyên hiqûqî dewam dikin
Pêvajoya hiqûqî, ji gelek aliayan ve bi rê ve diçe, înîsiyastîf jî ji bo şêwrê û alîkariyî ji derve midaxilî pêvajoyê bûye. Ayboga li ser vî jî dibêje, “Pêvajoyên hiqûqî yên bi rê ve diçin hene. LI aliyekî xelkê Heskîfê yên ku li ber veguhestina xelkê radibin doza xwe birine ber dadgehê, li aliyê din xelk li ber cihguhertina avahiyên dîrokî û mîrateyên çandî radibin. Miracaeta pêşî ya ji bo rawestandina cihguhertina mozoloeya Zeynel Begê hat redkirin. Niha amadekarî hene wê meracetî Dadgeha Îdarî ya Dîlokê bê kirin da ku doz li dijî vê yekê bête vekirin. Ji dadgehan kêm caran biryarên erênî û baş der tên. Û her diçe ev biryarên çê yên kêm, kêmtir dibin. Kontrola li ser dadgeriyê ya hikûmetê jî zêdetir dibe. Bi ser de jî, dema dadgerî biryareke li xêra xelkê dide, hikûmet qanûn û hikmên nû derdixe ku van biryarên Dadgehê bê hikm dike.”
Şirketên Ewrûpî beşdar dibin
Li ser rewşa dawî ya cihveguheztina moyoleya Zeynel Begê Ercan Ayboga dibêje, “Tirb tê meşandin. Pêşî behsa wê yekê dikirin ku li ser rayan bimeşînin, lê niha xwe li maşînên mezin ên bi tekel ceribandin. Şirketeke limited a bi navê Er-Bu ya Tirk û du şirketên Ewrûpî beşdarî vê projeyê dibin. Ya sereke şirketa Holendî, Bresser e ku bi keç-şirketa xwe Bresser Euro-Asia beşdarî vê şermê bûye. Ji bilî vê şirketê şirketeke Yewnan a bi navê Korres jî hebû di projeyê de. Belê, dostên Yewnan ew protesto kirin û gef lê xwarin ku wê çalakiyên xwe zêde bikin. Bi her halî Korresê şêwirmedî ji projeyê re kir û got, êdî ew ji projeyê qetiyaye. Wê her weha agahî dan me ku Bresser vê projeyê bi rê ve dibe.”
Çalakî û kampanya heta dawiyê wê hebin
Li ser pirsa ka gelo, kampanyayên Înîsiyatîfa Parastina Heskîfê mane yan na, ew dixwazin êdî çi bikin, nûnerê înîsîyatîfê, Ercan Ayboga dibêje, “Kampanya dewam dike. Lê belê ji ber rewşa awarte, çalakî kêm in yan jî tên astengkirin. Em daxuyaniyan didin û hewl didin sazî û dezgehên navneteweyî û neteweyî yên parastina çand û xwezayê çalak bikin. Wekî din em çapemeniyê vedixwînin. Carinan di rojnameyên li Tirkiye û derveyî wê de nûçe belav dibin. Niha jî tîmeke National Geografîc li wir e ku belgefilmeke girîng amade dike ku sala bê dê bête weşandin.Çawa min behsa wê kir, em aliyê hiqûqî dişopînin. Di demeke kurt de elaqedarî parastina cureyên heywanan û ên nebatan li Geliyê Dîcle miracaeteke dadgehê tê amadekirin da ku ev proje bête rawestandin.
Karekî din ê serketî ew bû ku me kir Europa-Nostra weke weqfeke darî çav, Heskîfê bixe lîsteya 7 mîrateyên dîrokî yîn li Ewrûpayê herî zêde bi tehlûkeyê re rûbirû.
Bi her halî em van rojên pêşiya me ji bo ku Bresser xwe ji projeyê vekişîne, xwe li Tirkiye û Ewrûpayê ji çalakiyan re amade dikin.”
Mozoleya Zeynel Begê tine dikin
Baş e, halê mozoleya Zeynel Begê ya dawî çi ye, ev şirketên ku Ercan Ayboga wekî xeşîm û ne pirspor bi nav kirî, karekî çawa dimeşînin? Nûnerê Înîsîyatîfa Parastina Heskîfê Ayboga, dibêje, “Ceribandina şirketê ya bi blokên betonê ne serketî bû. rêya asfaltê xwe di bin giraniya mekîneyê de ranegirt. Hin tekelên maşînê jî teqiyan. Van rojên li pêşiya me wê carekedin xwe biceribînin, beriya ku bi rastî mozoleyê veguhezînin. Lê ev şirketên hanê ne profesyonel in. Ne pispor in. Bawerî bi wan nayê. Û li aliyê din divê mirov bibêje, ziyareta Zeynel Begê mirov dikare carekê xwe lê biceribîne veguhezîne. Heger şaşiyek bête kirin, êdî vegera ji wê nîne. Ew ê bête tinekirin.”