
Hozan Kawa piştî sirgûniya xwe ya 20 salan ji bo tevli Newroza dîrokî ya Amedê bibe ji Ewropayê vegeriya Kurdistanê. Hozan Kawa li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê bersivê pirsên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) da.
Kawa destnîşan kir ku berî 20 salan ji ber zilm û zordariyê nekarîne li ser axa xwe bijîn, lê îro bi saya têkoşîna gelê Kurd li Kurdîstanê derfeta jiyanê hatiye afirandin.
Kawa bilev kir ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de gelek bedêl hatine dayîn û wiha axivî: "Gelê Kurd ji bo azadiyê gelek bedêl dan. Îro gelek nêzî azadiyê bûye. Xeyalên gelê kurd dê yek bi yek pêk werin. Lê ji bo hemû xeyalên gelê Kurd pêk werin, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe."
Bi kilamên dengbêjan mezin bû
Hunermendê Kurd Kawa ji herêma Serhedê ku bi dengbêjên xwe tê naskirin. Li Serhedê dengbêjên mîna Evdalê Zeynikê, Şakiro, Reşo, Husêynê Muşê û gelek kesên din heya roja îro jî mîna xwîndingehekê tên hesibandin. Kawa di atmosfereke wiha da û di bin bandora deng û hunera hunermendên Serhedê çavên xwe bi roniya cîhanê vekirin.
'15 saliya xwe dest bi stranbêjiyê kir'
Kawa got dayika wî Gulêya Elif rojekê jera wiha gotibû: " Lawê min ez şîretekê li te dikim ku piştî mirina min jî qet ji bîra neke: Ger tu dixwazî ez bi serbilindî te ji xwe re lawikekî hêja bihesibînim û ji te hez bikim, divê tu vî dengê xwe yê xweş bêxî xizmeta hunera Kurdî û mîna Reso, Şakiro û Evdalê Zeynikê bibî xwedî navekî bilind û bêmirin."
Li ser vê armancê ji 15 saliyê û pê de di nava gel de dest bi strînê kir. Sala 1987'an li bajarê Mûşê bi komeke muzîkê dest bi gotina stranên rojê kir. Herî zêde ew di bin bandora stranên gelêrî û koma Berxwedan da mabû. Di nava çalakiyê wê koma muzîkê da ew distirî.
'Ji bo stranên Kurdî hate girtin'
Ji ber xwandina stranên Kurdî û çalakiyên çandî Kawa sala 1993'yan bi qasî du salan ket girtîgeha Mûşê. Hemû sûçê wî kurdbûn û bi Kurdî strîn bû. Piştî derketina ji girtîgehê êdî rewşa siyasî li Kurdistanê û qedexebûna karên çandî-hunerî dest nedida ku ew li wira jiyana xwe berdewam bike. Ji ber wê jî tenê heftiyekê li malê ma û payîza sala 1995'an neçar ma ku rêya mişextiyê bigire ber xwe û çû Ewropayê.
Di nava Koma Berxwedan da da dest bi amadekirina albuma xwe ya yekemîn "Ava Evînê" kir. Berhemê wî yê yekê ku di 1'ê Îlona 2001'an da derketibû, bi germî ji aliyê guhdaran ve hat pêşwazîkirin. Piştî vê pêşwaziya germ Hozan Kawa 4'ê Nîsana 2004'an albuma xwe ya duyemîn 'Taya Dila' jî derxist.
'Cara yekem li Cizîrê derket ser dikê'
Kawa anî ziman ku ew wekî hunermendekî Kurd di wê baweriyê de ye ku lazim e hemû hunermedn êş û azaranên gelê xwe di hunera xwe de bi pisporî bi kar bînin. Kawa yê ku cara yekem di Newroza Cizîrê de derket ser dikê, têkildarî tabloya li Cizrîê dîtî jî ev tişt got: "Gel wekî çemekî herikiye qadê û em jî herikîn qadê."
'Çîroka strana Heliyam'
Hozan Kawa yê ku di serdemeke ku bi milyonan kes dibêje "Ji Ocalan re Azadî' vegeriya Kurdistanê çîroka strana xwe ya bi navê 'Heliyam' a ji bo Rêberê Gelê Kurd amade kiriye jî bi van hevokan vegot: "Divê hunermend bi hest û dilînên gelê xwe bijî. Dema kum e strana Heliyam got, gelê Kurd jî parçeyekî xwe di wê stranê de dît. Ji bo Rêberê Gelê Kurd mirov bedena xwe didan ber agir. Li Kurdistanê şîn û girî hebû. Niha dor hatiye ku em wê stranê li qada Newrozê bibêjin. Ew ê ev daxwaz piştî 20 salan pêk were. Dema ku Rêberê Gelê Kurda zad bibe wê demê dê xeyalên gelê Kurd jî pêk werin. Em ê wê demê bikaribin behsa azadî, demokrasî û wekheviyê bikin."