Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê, Şanoya Dewletê a Darmstadtê (Staatstheater) projeyeke pêşangehê bi navê “Hesreta Welêt a Siberojê” (Heimweh nach Zukunft) organîze kir. Armanca projeyê ew bû ku kesên nû koçberî Elmanyayê bûne behremendiyên xwe yên hunerî nîşan bidin, huner û welatê xwe bidin nasîn. Berhem 23`yê Cotmehê hatin pêşandan û wê heta 4`ê Kanûnê jî li mêvanên Şanoya Bajêr a Darmstadtê vekirîbin. 

Didu jê Kurd in 

Di encama projeyê de 4 hunermend, didu jê Kurdên Rojava, yek jê Îranî û yek jê jî Efxanî hatin hilbijartin ji bo ku berhemên xwe nîşan bidin. Gorran Îsa yê ji Hesekê ku bi xwe mîmar e, bi 9 pêşnuma-xêzên avahî û berhemên mîmarî yên ji Kurdistanê beşdarî pêşangehê bû. Gorran Îsa bi vî awayî Dêra Mer Yaqûb a li Mêrdînê, gundekî Kobanê, Keleya Felek el-Eflaq a ji Rojhilatê Kurdistanê (Loristan), Pira Bafil a Endîwerê, Keleya Hewlêrê, Taxa Cihûyan a Silêmaniyê, Nebî Hûrî ya li Efrînê, Dêra Axtemarê bi pêşnûma-xêzan dan nasîn. 

Pêre jî Gorran Îsa di projeya xwe ya danasînê de mîmariya Kurdistanê ya dîrokî jî dide nasîn.

Şerê dîkan

Azad Hemê jî şêwekarekî ji Rojavayê Kurdistanê ye ku bi berhemên xwe yên rengên dohnî di vê pêşangehê de cihê xwe digire. Azad Hemê bi teswîrkirina dîkan lewheyên mezin amade kirine. Di du lewheyên wî de şerê dîkan hatiye teswîrkirin her yekî li ser 3 metro ber û 2 dirêjahî. Berhema sêyem dîkan teswîr dike ku ji hatina cem hev a sê lewheyan pêk tê û ev lewhe hemû metroyek berê wan e û 2 metro dirêjahiya wan.

Gorran Îsa bi xwe endezyariya mîmarî li Trîpolî (Libya) û zanîngeha Selahedînê xwendiye û ji sala 2014’an ve li Elmanyayê dimîne. Ew dibêje, Şanoya Dewletê ya Darmstadtê bi elaqeyeke mezin û bi rêzeke hêjayî behskirinê pêşwazî li hunera wan kiriye û tevahiya materyalên ji bo amadekirina berheman jî ji wan re hazir kiriye. Gorran Îsa berhemên xwe bêhtir li nava beşa mîmariyê bi cih dike û ne wekî şêwekariyê, tevî ku bi pêşnûma-xetên xwe yên serketî diyar e ku ne xerîbê hunera şêwekariyê ye. Gorran Îsa bi bîr dixe ku şeva vekirina pêşangehê bi a bi guhdarîkirina muzîkê (di nava koma li Staatstheater de her wiha muzîkjenên Kurd ên ji sê parçeyên Kurdistanê jî hene), rêvebera Şanoya Dewletê a Darmstadtê Karsten Wiegand jî malavahiya wan kiriye û kêfxweşiya xwe aniye ziman ji ber ku van hunermedên hêja mala xwe ya nû li Darmstadtê peyde kirine. 

Roja pêşî 320 kesan li berheman nihêrî û paşê jî li hola bîhnvedanê a Şanoya Dewletê ev berhem li benda mêvanên şanoyê ma û heta 4’ê Kanûnê jî wê bimîne.


LUQMAN GULDIVÊ  / DARMSTADT