Di roja dawî ya 4´emîn Rojên Wêneyan ên Amedê de bi temaya “azad” hat lidarxistin, hunermendê wêneyan Berge Arabian gotarek pêşkêş kir, di gotara xwe de mijara koçberî, bêmaliyê vegotin, behsa serpêhatiya bavê xwe bi xebata xwe ya “keser” anî ziman. Arabian diyar kir ku wêne ne tenê huner di heman demê de zimanek e jî û got: “Jiyana min tim bi fêrbûnê derbas bû. Tu çend wêneyan bikişînî tu dibî ew çend mirov. Ji her mirovekî tu peyveke nû fêr dibî. Divê mirov bi sebir be, bi sebrê tu baweriyê gel mirovê hemberî xwe pêk bînî.”

Êşa koçberiyê 

Arabian bal kişand ku bavê wî ji Liceya Amedê koçî Helebê ji wir jî koçî Qamişlo bûye, wexta wî jî ji Qamişlokê berê xwe daye Kanadayê hêj 9 salî bûye û got ku ew bi êşa koçberiyê gelek baş dizane û diyar kir ku xebata wî ya ewil li ser koçbereke bi navê Îvan bûye. Arabian, bal kişand ku wî li her derê Îvan şopandiye, lê wêneyên wê negirtine, piştre wan hevdu nas kiriye, pê re dest bi kişandina fotoyên wê kiriye û behsa serpêhatiya jiyana koçberî ya Îvan kir.  

Çîrokeke hesretê

Arabian, destnîşan kir ku çîroka bavê xwe jî girtiye ber objektîfa xwe, got, ji Lîceya Amedê ber bi Helebê ve 10 rojan bi rê de çûne û ev xebata xwe bi navê “Hesret-Rojnivîska Seyranekê” bi muzîka fon a celal Guzelses pêşkêş kiriye. Arabian, anî ziman ku dema bavê wî dest bi vê rêwîtiyê kiriye, ew hêj 9 salî bûye, li gel hunermend Husamettin Bahçe di riyên paşîn re ji Hezroyê xwe dane rê û 4 rojan gihîştine Helebê. Arabian, da zanîn ku hesreta bavê wî Amed bû, kesera dilê wî jî Qamişlo ye û got, serpêhatiya wî serpêhatiya koçberiyê ye.    

Kevneşopiya Zerdeştî

Fotokêş Loqman Rehîmî jî xebata xwe ya bi navê Pîrê Şariyar pêşkêş kir û behsa pêkhatina vê kevneşopiyê kir.  

Rehîmî diyar kir ku Hewremanî vê kevnetora xwe ji edeteke 950 salî yê Zerdeştiyan werdigirin û diyar kir ku ji bo destpêkirina pîrozbahiyên Pîrê Şariyar, sibê zû zarok radibin derî bi derî digerin û mizgîniya hatina Pîrê Şariyar didin. Rehîmî, aşkere kir ku bi qurbankirina ga pîrozbahî dest pê dikin û dewrêş bi defê pîrozbahiyan dikin. Rehîmî, amaje pê kir ku ev pîrozbahî rojên înê tê kirin, êvara wê rojê nivîskar û helbestkar li mala Pîr kom dibin, dîwanê digirin û helbestan dixwînin. Rehîmî behsa jiyana Hewramanan kir û got, ew bi xwe cil û berg, xwarin û vexwarina xwe çêdikin, di jiyana xwe de zêde pereyan bi kar nayînin, kiryar û firotina wan bi usûla teqasê ye.   

Ji Bangladeşê heta Malezyayê

Hunermend Shahidul Alam jî di xebata xwe de behsa serpêhatiya kesên ji Bangladeşê bi keştiyan deryayê derbas dikin û xwe digihînin Malezyayê kir. Bi her aliyê xwe ve trajedyaya vê serpêhatiyê di wêneyan de hat vegotin. 

 Sala 2023´an wê bibe pirtûk

Kurşat Bayhan jî bi xebata xwe “Dûrî Malê” behsa projeyên xwe kir û got, wî projeyên xwe bi derfetên xwe kirin pirtûk. Bayhan projeya xwe ya ewil di 5-6 salan de qedandiye û got, ew niha xebateke dûvdirêj dimeşîne ku sala 2023´an wê bibe pirtûk.