
HÊVÎDAR HERANÎ / ANHA / EYN ÎSA
Mihemed Eltahêr ê 60 salî ji ber zilma DAİŞ koçber bû, li wargehên Koçberiyê dest bi nivîsandina helbestan kir. Mihemed niha êşa dilê xwe bi helbestan îfade dike.
Koçberê bi navê Mihemed Eltahêr ji bajarê Reqayê ye. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kir, bi du hevjînên xwe û 10 zarokên xwe ve, koçberî kampa koçberan a Eyn Îsa bû.
Zehmetî û êşa koçberiyê hişt ku Mihemed helbestan binivîse. Mihemed dibêje, ew êşa dilê xwe bi helbestan tîne ziman û ew ê ti carî dev ji karê helbestvaniyê bernede.
Mihemed ku helbestvanê koçberiyê ye, di dema koçberiyê de ji ber bê derfetiyan helbestên xwe li ser pelên cixarê nivîsandin û niha ji wan nivîsan di defterê de weke helbest kom kirine. Helbestvanê koçber Mihemed, bi helbesteke xwe malavahiya rêveberiya kampê dike ku li gorî derfetên xwe yên kêm jî alîkariya koçberan kiriye.
Mihemed bi van gotinan hestên xwe û çawa di koçberiyê de bû helbestvan çîfade dike: “Ez ê ji vir û şunde ve dev ji nivîsandina helbestan bernedim. Di zehmetiya koçberiyê de min êşa xwe, malbat û welatiyên herêma xwe ya di koçberiyê de aniye zimên. Armanca min bi van helbestan ew e ku her kes êşa me ya koçberiyê bizane, bela her kes dengê me bibhîze. Bila her kes êşa dilê min, zor û zehmetiya koçberiyê bibihîze. Em wiha rewşa xwe îfade dikin.”