Hestên biharî
Di dilê her zivistanê de biharek dilerize,
di pişt poşiya her şevê de
berbangeke beşûş heye.
(Xelîl Cibran)
Piştî tarîtiya sift, berbangeke taze derbû. Êdî ji demsalan bihar e. Kurdistan ji zivistana dijwar, ji dagirkeriya berfê hêdî hêdî ber bi hezar rengî ve diçe. Mirovên Kurdistanê ji tirsa aşûtên li ber teqînê yên li ser qêrînan siwarkirî rizgar bûn.
Xweza ji xeweke kûr şiyar bû û mirov bi xwezayê re bi xwe tên. Li dewsa bêgaviyê, telaşa beza hevdem a xweguherîna bi xwezayê re dest pê kir; li dewsa reşbîniyê, kelecana vebûna hezarreng û kulîlkên hêviyê yên di dilan de bi mirovan re heye.
Bihar destpêk e.
Lewma Newroza mizgîniya vê destpêkê, mîna Roja Nû, li welatê me bûye cejn, bûye raperîn, bûye jiyan bi xwe.
Raparîn jî li Kurdistanê heralî ye… Destpêkê berfîn serî radikin, berf û cemedê di qelêşin û rojê silav dikin. Her bihar mîna berfînan, zayineke nû ya mirovan e jî û mîna cara yekemîn dibînin, rojê silav dikin. Dilê wan çarkopal lê dixe, xwîn bi leztir li laşê wan digere û mîna zarokên gava yekê diavêjin ber bi temenê xwe ve, hewldana yekê ya ketina nava sala nû ya tije ked, xwêdan û berhemdarî ye…
Jixwe, hêviya biharê ye ku feyz û sebr a bi zivistana dijwar, tarîtiya sift re dikarin bibin serî, didê wan.
Bihar hêvî ye… Bihar destpêk e… Bihar rizgarî ye… Bihar azadî ye… Bihar berhemdarî û bereket e. Bihar ji nû ve tiptipîna hemû hestên jibîrkirî ne.
Li Kurdistanê, her yek ji çar demsalan bi hemû aliyê xwe bandorê li jiyanê dikin. Zivistan sar, havîn germ, payîz xemgîn û bihar rengîn e. Havîn bi kelaroja xwe dihêle mirovên erdnîgariyê reşqelayî bibin. Payîz gav bi gav amadebûn û daneheva ji bo zivistana dijwar e, hezn û xemgîniya dûrbûna ji biharê û veqetîna ji zozanên bilind e. Zivistan bêgavî, bêderfetî û teslîmbûna mirov û hemû zindiyan a li hember xwezayê ye. Lê bihar! Her salê mîna zayîneke nû, rizgarbûna ji tarîtiyê û xwe gihandina ronî û rojê ye bihar.
Bihar di wêje, çand û jiyana Kurdan de fenomena jêneger a hezar tişt pê dikarin werin îfade kirin e.
Li ser aliyê biharê stran û helbestên Kurdan hene.
Mihemed Şêxo, hatina biharê mîna destpêka vînê vedibêje:
Dunya bû buhar
xunav hate xwar
Li ser geya û gul
cejna dost û yar
Li gor seydayê dilan, hostayê peyvê nemir Cegerxwîn jî bihar evîn bi xwe ye. An evîn bihara mirov e, temen çi dibe bila be:
Mizgîn li dil bûye bihar gul pişkivî derket ji xar,
Bilbil bi gul re bû heval dil nû ji xwe bûye şiyar.
Gava me mizgîn daye dil tê de nemane derd û kul,
Rabû ji xew hat pêşî gul pêçan li xwe car û xumar.
Bihar serhildan e, berxwedane jî. Lewra ji çiyayên Kurdistanê jî bi dengê Awazên Çiya pêngavên biharî dibin newa, stran û ber bi deşt û bajaran ve belav dibin:
Bihar hat û Zap xemilî,
neh gulên sor lê geş bûn
Bêhna Gulan Newroz coş kir,
cejn û şadî lê xweş bûn
Ji tîrêjên Apo yê Kurd li dinyayê bûne deng
Ji Kawa heyanî Mazlûm Kurdê azad e pêşeng
Bihara şalûl û bilbilan hezar stranên li ser xwezayê ne. Bihara xwazayê, hezar kulîlk û hezar reng e… Bihara temen ciwantî ye… Bihara jiyanê evîn e… Bihara evînê himbêzkirina dildarê/î ye… Bihara siyasetê raperîn, serhildan û pêngavên nû ne.
Faşîzm jî zivistan e, tarîtî ye. Û Bihara gelan azadî ye…
Berfîn di nava axa di bin berfê ji bo dîtina rojê bêsebr in. Lawirên di şikeft, hêlîn û stargehan de bêtevger, bêmecal mane ji bo têr bibin, zêde bibin û azad bibezin, bifirin ji bo pêşwazîkirina biharê bêsebr in.
Mirovên Kurd yên bêsebr li bendê ne xwe bigihînin axa di bin berfê de tevahiya demsalê razayî, bêsebr in.
Şervanên azadiyê yên li bendê ne bi biharê re rê vebin û gav û pêngavên nû ber bi azadiyê ve biavêjin, bêsebr in.
Û gelê Kurd, gelên li Mezopotamya û Rojhilata Navîn ê di bin pençeyên faşîzmê de êş û azarên mezin kişandin ji bo bihara xwe, bêsebr in. Faşîzm taristana herî sift a berî berbangê ye, roj wê hilê!