Li Çinar a Amedê ji aliyê şaredariyê ve ji bo jinan xebatên xweser tên çêkirin. Bi armanca ku ji jinan re qadên azad bên avakirin, yek ji xebatên pêk hatî, kursa şêwekariyê ye. Jinen beşdarî kursê dibin hestên xwe bi şêwekariyê nîşan didin û hilberînên çandî derdixînin holê. Jin piştî kursê xwe amade dikin ku pêşangehekê vekin.


Armanc xwegihandana jinan e


Elîf Taş a ku di kursê de perwerdê dide, diyar kir ku ji ber bi hunerê xwendekarên jin bawerbûne xebatek wisa dane destpêkirin û got, armanca wan ew e ku xwe bigihînin gelek jinên din. Taş da zanîn ku jin hestên xwe bi şêwekariyê li ser tuwalê nîşan didin û bi saya vê xwe rehet dikin. Taş weha peyivî: “Hemû xwendekarên tên vir jin in. Ji ber ku bixwe bawer in, tên vir. Bi wêneyan hestên xwe tînin ziman. Hest û êşên xwe li ser tuwalê nîşan didin.
Jin bûne xwedî raye û hunera xwe ya şêwekariyê bi pêş xistine. Jin wê êdî terza xwe deynîn holê. Malbatan destpêkê erênî nedinihêrî. Lê her ku serkeftina jinan dîtin, êdî teşwîq kirin. Jin di hunera şêwekariyê de pêngav bi pêngav bi pêş dikevin. Em jî plan dikin ku bi wêneyên wan pêşangehekê vekin.” Taş got ku kurs ji bo jinan bûye qada civakîbûnê.




‘Xêzên min, min nîşan didin’


Xwendekar Eylul Ozcan ev 4 meh in ku diçe kursê; û diyar dike ku di vê mijarê de bixwe bawer e û weha axivî: “Ez wisa difikirim ku ez bi şêwekariyê xwe perwerde dikim. Ji bo min gelek baş e. Ez wêneyên li gorî xwe çêdikim. Xêzên min, min nîşan didin. Ez xwe tevlî dikim.”




‘Hestên xwe di wêneyan de nîşan didim’


Emîne Parilti jî got, ew ê dest ji xeyalên xwe yên şêwekariyê bernede û weha pê de çû: “Min li dibistanê ji şêwekariyê hez dikir. Kursek wisa vebû û ez hatim. Ji bo min gelek bi kêf e. Dema firçeyê digirim destê xwe, rehet dibim. Malbata min jî destûr da. Xeyala min ya herî mezin, ez bi vê hunerê re mijûl bibim. Heta ku biçim, ez ê dewam bikim.” 


 JINHA/AMED