Welatiyê bi navê Mesûm Hemoyê bi navê Bavê Gîvara tê nasîn ji bajarê Amûdê ye, ji zaroktiya xwe ve ji hunera pûtê hez dike û pê re mijûl dibe. Bavê Gîvara hemû astengî û zehmetiyê ku li pêşiya wî derketin, dan ber sînga xwe û ji hunera xwe dûr neket.

Bavê Gîvara dibistanên seretayî û amadeyî xwendin, lê ji rewşa malbatî, wî xwendina xwe nedomand, dest bi karê avahîsaziyê kir. Bavê Gîvara zewicî ye û bavê 6 zarokan e (3 keç û 3 kur). Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, bavê Gîvara bi tabloyên xwe yên hunerî, êş û jana ku gel di rewşa şer de kişand, vegot û di rûpelên dîrokê de xêz kir. Bavê Gîvara di berhemên xwe de bal kişand li ser rola jinê ya di şoreşa Rojava de û bi hunera xwe da xuyakirin ku jin di şoreşê de têdikoşe, li ber xwe dide û xwedî vîneke azad e.

Dema ku Navenda Horî ya Çand û Hunerê li bajarê Amûdê hat vekirin, bavê Gîvara tabloyên xwe yên hunerî li wir pêşkêş dike û zarokan fêrî vê hunerê dike. Her wiha li Navenda Şehîd Yekta Herekol a  Çand û Hunerê jî, hunera xwe fêrî nifşên siberojê dike.


DIYAR EHMO / ANHA / AMÛDÊ