Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi xal û xwişka xwe re hevdîtin pêk anî, hate hînbûn ku diyar kiriye ku heta 1'ê Cotmehê ji bo di asta duyemîn a pêvajoyê de gav bên avêtin dem daye. Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de hatiye weşandin de Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Divê heta 1'ê Cotmehê hikûmetê gavê bavêje. Ez nabêjim ji 1'ê Cotmehê şûnde dê paşde bikişim, lê heta wê dîrokê ger gav neyên avêtin, xuyaye ku em nekarin pêvajoyê pêşve bibin.
Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û xalê wî Suleyman Arslan û her wiha xizmên girtiyên din yên Îmraliyê çibûn Îmraliyê.  Hate hînbûn ku Ocalan diyar kiriye ku divê hikûmet heta 1'ê Cotmehê pêngavê bavêje.
Di hevdîtinê de wiha hatiye gotin: “Divê heta 1'ê Cotmehê pêngav bê avêtin. Min pêngava yekemîn bi serkeftî temam kir. Ya duyemîn min da destpêkirin. Lê hikûmet jî divê gavan bavêje. Çi ji destê min hat min kir. Ez nabêjim ji 1'ê Cotmehê şûnde dê vekişim, lê ger pêngav neyê avêtin, pêvajo pêşde naçe. Nehatine parêzeran pirsgirêkeke mezine.  Ger girtiyên nexweş neyên berdan ev pirsgirêkek girînge.”
Li aliyê din hate hînbûn ku girtiyên bi navê Bayram Kaymaz û Haspî Aydemîr ji bo qedexekirina hevdîtina parêzeran protesto bikin derneketine hevdîtinê û got heta qedexe ranebe dê dernekevin hevdîtinê.
Hate hînbûn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojê saetekê bi 5 girtiyan sohbetê dike û di sohbetan de jî pêvajo tê nîqaşkirin. Her wiha hat hînbûn ku gelek nameyên girtiyan tên astengkirin.

 STENBOL