
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê, Sozdar Avesta beşdarî bernameya ‘Çira Welat’ a televîzyona Çira TV bû û mijarên di rojevê de nirxandin.
Avesta bi bîranîna şehîdên meha Gulanê dest bi axaftina xwe kir û got, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi ked û lehengiya şehîdan bi pêş de çû û wê bi heman rengî bidome.
Avesta bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serdana CPT ya li Îmraliyê û got, “Di encama çalakiyên gelê me de, CPT çû Girava Îmraliyê û lêkolîn kir. Lê belê detayên vê serdanê nehatine eşkerekirin.”
Avesta da xuyakirin ku gelê Kurd li benda eşkerekirina rapora CPT´yê ye û xwest rapor derhal bê eşkerekirin, şert û mercên Ocalan ên ragirtinê jî pê re. Avesta îşaret bi girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurdistanê û mirovahiyê kir û weha peyivî: “Her kes dizane ku yê dikare vî şerî bisekinîne û çareseriyê biafirîne, Rêber Apo ye. Ji bo bidawîbûna şer divê bi Rêber Apo re hevdîtin werin kirin. Gelê me ev pêvajo bi kedeke mezin bi ser xist. Ji niha û pê ve Hem Tevgera Azadiyê hem jî gelê Kurd wê li dora Rêber Apo bibin xelek, berxwedana li dora Rêber Apo mezin bikin û heta Rêber Apo azad bibe wê tê bikoşe, li ber xwe bide.”
‘Dewleta Tirk di krîza siyasî de ye’
Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bi rengekî wehşî dewam dikin û bal kişand ser berxwedana bêhempa ya li hemberî van êrîşan.
Avesta der barê kesên digotin, “Wê serî bitewînin” de got, van kesan bi xwe serî tewandiye û weha peyivî:
“Tevgera Azadiyê xwedî tecrûbeya bi salan e. Ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê baş fêm kiriye, baş şîrove kiriye û li hemberî vê berxwedaneke mezin bi pêş xistiye. Ev têkoşîn û berxwedan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye. Derbên mezin li çeteyên qesrê tên xistin. Berxwedanên li Nisêbîn, Şirnex û Geverê 2 meh li dû xwe hiştin. Wan berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê dewr girt û didomînin. Yên digotin ‘wê serî bitewînin’ têk çûne.”
Avesta got, dewleta Tirk di nava krîzeyeke siyasî de ye, sedema vê krîzê jî berxwedan û têkoşîna gelê Kurdistanê ye. Avesta AKP weke têk çûyî nirxand û got, “Rewşa derketiye holê nîşan dide, ku Davûtoglû nikariye xwe li ber hêzên mûxalefetê, li ber berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê bigire.”
Avesta berxwedana gelê Teroyan a li hemberî çêkirina kampa AFAD’ê silav kir û ji gelê Kurdistan û Tirkiyeyê xwest ku civaka Elewî ya li Mereşê bi tenê nehêle.
Der barê mijara rakirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê de Avesta got, “Bi vî rengî dixwazin siyasetê terorîze bikin. Lê ew ê bi ser nekevin. Dengê bi mîlyonan mirovan, vîna gel bi vî gelî re ye.”
‘Divê têkoşîn bidome’
Avesta banga berxwedanê kir û got, “Pêvajoya em tê de, wezîfeyên girîng ên têkoşînê dide ser milê me. Pêwîst e, têkoşîn ne ji bo demeke kurt, bi demdirêjî û li her derê bê meşandin. Girîng e jin û ciwanên Kurd, akademîsyen û rojnamevan xwedî li vê pêvajoyê derkevin.” Avesta herî dawî girîngiya Ocalan bi bîrxist û got, “Rêber Apo sedema hebûna me ye. Hemû deriyên têkoşînê, deriyên çareseriyê li Rêber Apo vedibin. Pêwîst e têkoşîn li dora Rêber Apo were mezinkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN