Nasir Yagiz: Ev çalakî ne ya Nasir û hevalên din yên di grevê de ye, ev berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e. Heta tecrîd neşikê û Rêber Apo azad nebe, wê têkoşîna me dewam bike.
Endamê HDP´ê Nasir Yagiz ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 71 roj in li Hewlêrê di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Rewşa tenduristiya Yagiz her ku diçe giran dibe. Serêşa wî heye û dilê wî timî dixele. Wekî din wî gelekî li xwe kêm kiriye.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li Şengal, Silêmaniyê û Wargeha penaberan a Mexmûrê jî dewam dikin. Nasir Yagiz ku bi biryardarî çalakiya xwe li Hewlêrê dewam dike, qala armanca çalakiya xwe kir: "Min jî bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê peyama ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ da. Piştî min ev çalakî da destpêkirin û gel piştgirî da çalakiyê, moralê min zêdetir xweş bû. Piştî berxwedana gel a gelek deveran û çalakiyên greva birçîbûnê yên li hepsan, Rojava û welatên Ewrûpayê, hevdîtinek bi Rêber Apo re çêbû. Bêguman ev serketinek bû, lê pêwîst e em hevdîtinê wisa bi hêsanî qebûl nekin. Divê her kes bi awayekî xurt li Rêber Apo xwedî derkeve."
Ev çalakî ne ya Nasir e
Nasir Yagiz di dawiyê de got, "Ez bang li gelê Kurd hemûyî yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikim, bila çalakiyên xwe xurt bikin û zêdetir xwedî li Rêber Apo derkevin. Ev çalakî ne ya Nasir û hevalên din yên di çalakiya greva birçîbûnê de ye, ev berxwedan û têkoşîn ya gelê Kurd e. Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî nebe û ew azad nebe, wê têkoşîn û berxwedana me dewam bike."
Şengalê di roja 25´an deye
Li Şengalê, li Bajarokê Xanesorê jî çalakiya greva birçîbûnê ya ku Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî 6'ê Çile dabû destpêkirin, di roja 25’an de dewam dike. Her roj bi dehan welatî û rêxistin diçin serdana çalakvanan û piştgiriya xwe tînin ziman. Şengalî jî di çalakiyên xwe de bi israr in û dibêjin, heta ku tecrîd bê şikandin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.
Dora jinên ji Bakur û Rojhilat
Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê jî bi heman armancê bi koma 24. dewam dike.
Çalakiya vê heftê ji aliyê komek jinên ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ve tê kirin. Çalakvana bi navê Nahîde Yildiz, li ser armanca çalakiya xwe peyivî û got: "Me vê carê çalakî dewr girtiye û wê çalakiyên me dewam bikin heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe."
Li Mexmûrê jî dewam dike
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dike. Çalakvanên greva birçîbûnê, yên koma 15’an ji bo moral bidin gel, di nava xwe de pêşbirkek zanistî li dar xist. Çalakvan bi sê gruban tevlî pêşbirkê bûn, gruba yekem bi navê Leyla Guven, gruba duyem bi navê Nasir Yagiz û gruba sêyem jî bi navê Fadîle Tok beşdarî pêşbirkê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li hepsan berxwedan geş dibe
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 282 girtî ev 46 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ne. Sadettîn Yaşar, Tûran Gunana û Mesût Atiş, yên di greva birçîbûnê de bi rêya malbatên xwe peyamek şand.
Di peyamê de wan îşaret bi van xusûsan kir: “Rêbertî ev 20 sal in li dojeha Îmraliyê çarmîxkirî ye. Ma êdî ne bes e? Em ê heta kêngî vê zilm û zilmkariyê qebûl bikin. Rêbertî dengê azadîxwazan e. Rêbertî dengê mirovayetiyê ye. Hêzên împeryalîst û mêhtinger dixwazin Rêbertî bêdeng bikin, lê divê zanibin ku Rêbertî giyanê Kurdistanê ye. Ji ber vê jî peywira me ew e ku em xwedî li Rêbertiyê derkevin."
ANF/KOCAELÎ