YEKO ARDIL / STRASBOURG


Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza "CPT berê xwe bide Îmraliyê" hat destpêkirin, du hefteyênxwe li dûv xwe hiştin. Doh jî Kurdistaniyên ji Holanda, Swîsre, Elmanya û Fransayê beşdarî wê bûn. Herçî nobeta "ji Ocalan re Azadî" ye ya ku ji sala 2012´an ve dewam dike, jî ji aliyê Kurdistaniyên ji Bonnê ve dewr hat girtin.

Çalakiya bi daxwaza ku heyeteke CPT´yê biçe Îmraliyê hatî destpêkirin, kete roja xwe ya 16´an. Kurdistaniyên li meydana li pêşiya avahiyên Konseya Ewrûpa, CPT û Parlamena Ewrûpayê dibêjin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin heta ku encamekê bi dest bixin.

Weke her roj çalakgeran doh jî li kêleka rê posterên Ocalan, dovîz û pankartên xwe hilgirtin û sloganên "CPT biçe Îmraliyê, Jiyana bê Ocalan nabe, ji Ocalan re Azadî" gotin. 

Piştî nîçvrojê jî girse ber bi avahiya CPT´yê ve meşiya û daxwazên xwe careke din gihandin rayedarên wê. Çalakgeran demeke dirêj çalakiya rûniştinê li ber avahiya CPT´yê kir.


Koma ji Bonnê çalakî dewr girt

Li meydana ku çalakiya rûniştinê lê dewam dike, ji 25´ê Hezîrana 2012´an ve çalakiya nobeta "ki Ocalan re Azadî" jî dewam dike û koma ji Bonnê doh ev çalakî dewr girt. 

Rifat Aktarê di komê de cihê xwe digire dibêje, "Em li ser navê Meclîsa Gel a Bonnê û Meclîsa Herêmê ya Mekenheimê li vir in. Li vir çalakiya ji bo misogeriya ewlehî û tenduristiya Serok Ocalan jî dewam dike. Em mijareke hesas e, û bila ti kes xwe li wê neceribîne ku hesasiyeta Kurdan bipîve li ser vê mijarê".

Akter serdema dîlgirtina Ocalan bi bîr dixe û dibêje, "Sala 1999’an her kes şahid e, her kesî dît ya qewimî. Rêya aqil îşaret bi yek tiştê dike û muxatebê çareseriyê li Îmraliyê ye. Em ne tenê misogeriya tenduristî û ewlehiya wî dikin, em her wiha doza azadiya wî jî dikin. Heta ku ew azad nebe, ji me re sekin û tebat wê nebe."


Cara çaran beşdarî çalakiyê dibe 

Her çî Ayten e, ew ev cara çaran e ku beşdarî çalakiya nobeta "Ji Ocalan re Azadî dibe". Ew dibêje, "Ez her kesa ji xwe re dibêje welatparêz, demokrat û heta mirov vedixwînim da ku beşdarî çalakiyê bibe û bibe pişt ji çalakiyê re. Ez bang li Kurdan hemûyan dikim ku li dora rêberê xwe bibin yek."