Ji 1’ê Nîsanê ve li Zanîngeha Tokyo ya Lêkolînên Biyanî ya Japonyayê, dersên Kurdî tên dayîn. Lê belê dewleta Tirk, xwe li vê jî ranegirt û Wezareta Karê Derve ya Tirk ket nava hewldanên rawestandina dersên Kurdî.
Bi beşdariya qederê 40 xwendekaran, 1’ê Nîsanê li zanîngeha Tokyoyê dersên Kurdî destpê kir. Vakkas Çolak ê Endamê Hîndekariya Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê van dersan dide, û pirraniya xwendekaran Japon in.
Li zanîngehê, dersên Kurdî ket nava dersên ku herî zêde tê hilbijartin. Ligel Japoniyan, xwendekarên Çînî û Taywanî yên li zanîngehê dixwînin jî Kurdî dibijêrin.
Piştî ku li zanîngehê dersên Kurdî dest pê kirin, Wezareta Tirk a Karê Derve, ji bo astengkirina dersan kete nav hewldanan. Hîndekar Çolak, destnîşan kir ku dersên Kurdî ji bo Akademiya Japonyayê gaveke gelekî girîng e û got, hewldanên Dewleta Tirk wê negihijin encamê.
Çolak, diyar kir ji çavkaniyên Wezareta Derve ya Japonyayê fêr bûye ku Dewleta Tirk serî li hewldaneke wiha daye û diyar kir ku ev mijar di bin ewlehiya destûra bingehîn a Japonyayê de ye û bawer dike ku wezatê bersiva pêwîst daye Wezareta Tirk.
Çolak da zanîn ku ders wê demdirêj bidomin.
ANF / TOKYO