Li Tirkiyeyê hikûmet ji her hêlan ve xitimî ye. Ev xitimandin ji rastiya wê tê. Partiya Dad û Pêşketinê (AKP) gorî pêwîstiyên civakî xwe nû nake û di bingeha polîtîkayên wê de jî berjewendiyên civakê tune. Motîvasyon û dînamîzma xwe ji pêwîstiyên xelkê nagire. Berovajî vê yekê, ji destpêkê heta niha di nava hewldana afirandina civakeke gorî feraseta xwe de ye. Nirx û enerjiya Tirkiyeyê û yê xelkê tev ji bo berjewendiya partî, kes û komên derdora xwe bikartîne û ji bo berdewamiya xwe jî pişta xwe dide van komên rantxwar...

Wek encameke xwezayî; bandora siyasî ya AKPê êdî berê xwe daye jêr ve û ew her refleksa xwe bi feraseta parastin û liserpêmayînê pêk tîne. Siyaseta xweparastinê jî bi bilindikirina nijadperestiya Tirkî û êrîşbirina li ser Kurdan û nirxên Kurdî re dimeşîne.
Tevgera Kurd ev mehek e, di derbarê bipêşxistina pêvajoya aştî û çareseriyê de bahsa dîrokên mîna 1ê îlonê û 15ê cotmehê dike. Dîroka yekê bona aşkerekirina programa demokrasiyê, ya diduyan jî bona destpêkirina gavên pratîkî ye.
Lê ka em mêzekin, li hemberê vê yekê bersiva Serokwezîrê Tirk Recep T. Erdogan çi ye: “Di paketa demokrasiyê ya ku were aşkerekirin de ji bo pêşîvekirina perwerdeya bi zimanê zikmakî yê Kurdî tu sererastkirin tune ye... Em li ser mijarên ku welatê me parçe bike, tu pêngavan navêjin... Bila di çapemeniyê de daxuyaniyên rêveberên KCKê cih negirin. Ev fêdeyê nade welatê min. Zirarê dide... Kongreya Kurd wê bi taybetî ji bo Bakurê Iraqê bibe pirsgirêk. Emê pêngavên ku bibin sedema parçebûna welatê me, li ber çavan re derbas bikin...”
Yanî heman çîrok, heman pozbilindî, heman heqaret û heman nenaskirina vîna Kurdan...
Li derveyî Tirkiyeyê jî heman dijminatî li hember Kurdan tê dewamkirin. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên komên çekdar ên girêdayî El Qaîdeyê bi alîkariya hikûmeta Tirk bi awayekî dijwar her didome. Kî li ku dijminatiyê li Kurdan dike, AKP piştgiriyê dide wan û têkîliyên xwe giştan li ser dijminatiya li hember Kurdan ava dike. Gelo hikûmeteke xwedî feraseteke bi vî rengî dikane bi Kurdan re aştiyekê çê bike, an wê îradeya Kurdan qebûl bike?..
A ku ez dizanim, an jî difikirim ew e ku; rojek were û pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê çaxê ne partiyekî mîna AKPê û ne jî serokwezîrekî mîna Recep T. Erdoğan wê bimîne! Ew di rejîmeke demokratîk de nikanin tu siyasetê bikin. Rejîmeke demokratîk feraseteke mîna ya Recep T. Erdogan û ya partiya wî qet nahindurîne...  
Rast e; çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve jî girê dayî ye. Lê ne partiya AKPê, ne jî serok û rayedarên wê xwedî feraseteke demokrat a ku bersivê bide vê meseleyê ne! Ew hebin jî nebin jî ev mesele êdî ketiye riya çareseriyê û wê were çareserkirin; an bi wan re an jî bêyî wan... AKP ne tenê li hindur, li derve jî xitimî ye. Li herêmê bi her dewletan re di nava pirsgirêkan de avjeniyê dike. Perspektîf, plan û hevkariyên wê tev serûbinî bûne. Tu dewlet bernade ku hikûmeta Tirk di derbarê pirsgirêkên wan ên hindurîn de gotinekê bike. Tenê bondarê li siyaseta li Suriyeyê dike; wê yekê jî tenê bi hevkariya El Qaîdeyê re ji bo qirkirina Kurdan û fetisandina herêma Rojava bikar tîne...
Yanî, ji bo Kurdan tu xêra AKPê û Recep T. Erdoğan tune ye... Pêvajoya aştî û çareseriyê jî ne hewldaneke ewqas erzan e, ku Kurd benê wê bidin destê wê. Gelo AKP û Erdogan wê bikanin heta demeke dirêj li ser pê bisekinin an na, ew jî ne diyar e û tu garantiya wê tune ye...
Îro ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn her xelk, kom û rêxistin bi hêza xwe ya siyasî û civakî ji xwe re qadeke jiyanê vedike. Kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê bi polîtîkayên gorî rastiya demê û civakê wê him destkeftiyên xwe diparêzin him jî bi têkoşîneke Kurdistanî bi neyarên Kurdan, di serî de AKPê re gavan paşde didin avêtin û pêşiya çareserî û azadiyê vedikin...