Înstîtuyên aştiyê yên navdar ên Elmanyayê bi raporeke hevpar ji hikûmeta Elman xwest ku demekê çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

Rapora Aştiyê ya Zanyaran a 2018’an ku ji hêla înstîtuyên lêkolînên aştî û ewlehiyê ve hatiye amadekirin û navê wê yê bi kurtî HSFK, BICC, ÎNEF û IFSH ye, têkildarî Tirkiyeyê bang li hikûmeta Elman kir.

Di raporê de hate gotin dewleta Tirk ji ber oparasyonên li bakurê Sûriyê hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Li gorî nûçeya saziya çamepeniya Elman DW’yê, înstîtûyên aştiyê got, heta ku ev operasyona dagirkirinê dewam bike, divê hikûmeta Elman çekan nefiroşe Tirkiyeyê.

Di raporê de hat gotin, “Heke Elmanya dixwaze bi roleke navbeynkar a durist rabe, divê politikaya aştiyê ya domdar deynê ber xwe û berjewendiyên demkurt bide aliyekî.”

Di rapora aştiyê de wekî din tê gotin, “Elmanya li ser mijara mafê mirovan di ber berdana çend welatiyan de dev ji rexneyên xwe yên li bara Tirkiyeyê berdaye.”

Di raporê de bang li hikûmeta Elman tê kirin ku “divê yasaya sînordarkirina firotina çekan bîne.”

 

BERLÎN