Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) doh li navçeya Şêranê ya Kobanê êrişên dewleta Tirk ên li Kobanê û Girê Spî bi meşekê şermezar kir.

Gelek ciwan beşdarî meşê bûn. Meşê paşê bi mîtîngeke dewam kir. Di mîtîngê de ciwana bi navê Medîna Seyid Ehmed axivî. Medîne Seyid Ehmed êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û hedefgirina sivîlan şermezar kir û got, ew ê heta dawiyê li ser piyan bin û ji her tiştî re amade ne.

Her wiha şêniyê bi navê Necmedîn Mihemed jî got, ji bo azadiya welat û zarokan, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û ti carî serî ji desthilatdariyê re netewînin.

 

ANHA/KOBANÊ