KCK: Eşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî pêngava me ya berxwedan û azadiyê tengav bûye, lewma serî li rêbazeke wiha daye.Lê belê em bi lîstikên şerê psîkolojîk nexapin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser hevdîtina ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, pêngava me ya berxwedanê ya bi dirûşma 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin', li her qadê belav dibe û didome.

Em gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:"Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelê me çalakiyên greva birçîbûnê, meş û xwepêşandanan li dar dixe. Bi van rê û rêbazên dewlemend ên çalakiyan, berxwedana me ya azadiyê her belav dibe. Di atmosfereke bi vî rengî de, rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst ku bi salan e zexteke giran dike û tecrîdê ferz dike, 12'ê Çileye roja Şemiyê Mehmet Ocalan şand Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Beriya her tiştî divê were zanîn ku ya hevdîtina 12'ê Çileyê da kirin, pêngava berxwedanê ya gelê me ye. Li ser vê bingehê, serketina destpêkê ya pêngava berxwedana 'Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin' a bi pêşengiya Leyla Guven pêk hat. Li ser vê bingehê em gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û hêvîdar in ku wê serketina wan her bidome."

Em ê bi lîstikên şerê psîkolojîk nexapin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dawî de got,”Eşkere ye ku desthilatdariya dagirker û komkujer a AKP-MHP'ê li hemberî pêngava me ya berxwedan û azadiyê tengav bûye, lewma serî li rêbazeke wiha daye û xwestiye ku berxwedana me bişîkîne, vala derxe. Lê belê em zilma şerê taybet jî, lîstikên wê jî baş nas dikin û dizanin. Lewre em ê bi lîstikên şerê psîkolojîk nexapin û heta ku dîwarê Îmraliyê hilweşînin, dawî li tecrîdê bînin û heta ku derfetên Rêber APO yên jiyan û karê azad pêk bên em ê berxwedana xwe bidomînin. Divê hemû dost, gelê me û raya giştî wiha bizane."

 

 ANF/BEHDÎNAN

 
 

852 roj şûnde 15 deqîqe

 

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan piştî 852 rojan bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Heta niha hemû hevdîtin piştî çalakiyên Kurdan pêk hatine. Lê Kurd dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad karibe bi heyet û nûnerên saziyên civakî re hevdîtinan bike.

Mehmet Ocalan herî dawî di 11’ê Îlona 2016’an de piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên Kurd li Amedê dest pê kirin hevdîtin kir. Piştî wê hevdîtinê tecrîdkirina mutlak a li ser  Ocalan dewam kir. Heri dawî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecridkirina Ocalan di 8’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Hepsyên siyasî jî bi heman armancê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya 10 roj dorveger û bêdawî kirin. Piştre li Ewrûpa û Başûr çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kir. Piştî çalakiyên li kolanan û hepsan zêde bûn pêr Mehmet Ocalan tenê 15-20 deqîqeyan hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê siyasetmedarên Kurd diyar kirin ku ev hevdîtin tenê der barê tenduristiya Ocalan de ye û nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye.