Çalakiya Dayikên Aştiyê li benda kontrolê ya asayîşa PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 7 roj li pey xwe hiştin. Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan. Ev 52 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dayik li asayîşa PDK’ê hatin rawestandin û destûr nedan ku derbas bibin. Dayik jî ev 7 roj in ji bo protestokirina helwesta PDK´ê di çalakiyê de ne. Doh berêvarê ji bo piştgiriyê dema komek dayîkên din xwestin ji wargehê serdana dayîkên di çalakiyê de bikin, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin astengkirin. Hêzên asayîşê bi awayekî tund êrişê dayîkan kirin û porê dayîkan hat kişandin û ew bi erdê re kaş kirin.
Li xwe xwedî derkevin
Li ser vê yekê dayîkên ku çekdarên PDKê êrişî wan kirî, vegeriyan wargehê û bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê dayîka aştiyê Sultan Yildiztan ve hat dayîn. Dayîka Sultan bal kişand ser bûyerê û got: “52 roj in dorpêç û ambargoyek şidandî li ser wargeha me heye. Ji bo ku ev dorpêç li ser wargeha me rabe, ev 7 roj in komek ji dayîkên aştiyê yên wargehê çalakiya runiştinê dane destpêkirin. Me jî xwest wek dayîk biçin serdana dayikan. Lê belê asayîşa PDK’ê bê pirs bi awayekî hovane êrişî me kir. Em vê helwesta asayîşa PDK’ê bi awayekî tûnd şermezar dikin. Em bang li tevahî cîhanê û raya giştî dikin ku vê bêdengiya ku li hemberî Hikumeta Herêma Kurdistanê heyî bidin şikandin. Divê ne tenê gelê wargehê tevahî gelê Başûrê Kurdistanê li ber vê rabe ser piyan û xwedî li Mexmûr û dayîkên aştiyê yên wargeha Mexmûrê derkevin.”
ROJNEWS/MEXMÛR