ARJÎN DÎLEK ONCEL / MA / RIHA
Dayika Murat Araç ê li Antalyayê hat binçavkirin û polîsan ew qetil kir, bi ser de jî îdîa kir ku xwe kuştiye, Azîze Araç, eşkere kir ku di patîka wî, çav û sûretê wî de şopên reş hebûn, 2 diranên wî şikestî bûn û got: “Kurê min xwe nekuşt, dewletê ew kuşt.”
Ciwanê 19 salî Murat Araç li navçeya Gazîpaşaya Antalyayê di kontrola rê de bi hinceta li ser wî nasnameya sexte derketiye, cendirmeyan ew binçav kir û ew teslîmê miduriyeta polîsan kir, piştre hat îdîa kirin ku Araç xwe di qata 3’yemîn de avêtiye û dawî li jiyana xwe aniye. Dayika Araç, Azîze Araç, der barê mirina kurê xwe de axivî.
Dayik Araç destnînaş kir ku kurê wan dema di kontrola rê de hatiye binçavkirin, cendirmeyan li wan geriya ye û bi bav Araç re axiviye û got: “Rayederan ji bavê Murat re got, li ser kurê te nasnameya li ser navê Azîz T. qeydkirî derketiye û xwestin ku em ji wan re fotokopiya nasnameya wî bişînin. Me fotokopiya nasnameya Murat ji cendirmeyan re şand. Îlhan (birayê wî) ji bo Murat bibîne çû qereqola cendirmeyan, wan jî diyar kiribû ku sewqî midûriyeta polîsan kirine û xwestine ku malbat biçe wir.”
Vê dewletê kurê min kuşt
Dayik Araç anî ziman ku ji bo ew Murat bibînin çûne Miduryeta Polîsan a Antalyayê, û diyar kir ku ji wan re gotine ku kurê wan ne li vir e û wiha pê de çû: “Gotin ‘Li morga nexweşxaneyê cenazeyek heye. Li wir mêze bikin.’ Kekê wî ket morgê û cenaze teşxîs kir. Li ser daxwaz û israran ez jî ketim morgê. Min destpêkê rûyê wî vegerand. Di paşiya stûyê wî yê aliyê çepê de cihê derbê yê kûr hebû û birîn pir kûr bû. Tiliyên min di birînê de çûn. Di çavê wî yê rastê de şopa reşbûnê hebû û werimî bû. 2 diranên wî şikestibûn, sûretê wî derb kiribûn û reş bûbû. Hê ji guhên wî xwîn dihat. Min xwe xwar kir û destên wî maç kir û min ji polîsan re got, kurê min xwe nekuşt, we ew kuşt, vê dewletê ew kuşt.”
Êşkence li malbatê kirin
Araç, got, heta ku rojek emrê wê hebe jî, ji bo rastî derkeve holê, ew ê têbikoşe û wiha domand: “Li wir me wesayîta cenaze xwest, lê nedan me. Me xwest em bibin mizgeftê û bişon, destûr nedan me. Bi heman awayî li vir jî şaredariyê wesayîta cenaze neda me û destûr neda em mala şînê deynin. Gora wî jî me bi destên xwe kola.”
Dayik Araç di dawiyê de got: “Me li hewşa malê kon veda, li me geriyan û gotin ‘ger hûn ranekin, em ê bên xera bikin.’ Li ser vê yekê me jî konê sersaxiyê rakir. Ev pergala celad ji mirî û êşên me re jî rêzê nîşan nade. Ger em nebin yek, heya em hebin em ê van êşan bikişînin.”