Berdevkê HDP´ê Onal: Divê em hilbijêrên hîna dengê xwe nedane hişyar bikin, wan bibin ser sindoqan. Ev hilbijartin ji bo me demokrat û şoreşgeran veguherî firsendekê. Ji bo ku em vê firsendê veguherînin azadiya gelê me, yek dengê di destê me hilbijêran de jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê li derveyî Tirkiyeyê, îro roja dawî ya dengdayînê ye. HDP bang li hilbijêran dike ku îro heta saet 21´ê ji bo dengdayînê berê xwe bidin navendên hilbijartinan.

Hevberdevkê HDP´ê yê Elmanyayê Sinan Onal ê ku çû serdana cihê dengdayînê yê li bajarê Elmanyayê Hannoverê, got, di hilbijartinên beriya niha de qederê ji sedî 35 ta 40´ê 109 hezar hilbijêrên li eyaleta Saksonya Jêrîn dengê xwe dane, lê niha rêjeya beşdariyê gihiştiye ji sedî 60´î. Li aliyê din polîsê Elman jî tevî rayedarên konsolosxaneyê û AKP´ê gelekî dixebitin ji bo pêşîgirtina xebatên çapemeniya Kurd li cihê hilbijartinan. Li Stuttgarta ku navenda hilbijartinê ye ji bo eyaleta Baden Wuerttembergê ye, heta dawiya hefteyê rêjeya beşdariya dengdanê kêm bû, lê dawiya hefteyê bêhtirî 20 hezar kesan dengê xwe da.

Ji sedî 60´ê hilbijêran çûn ser sindoqan

Hevberdevkê HDP´ê yê Elmanyayê Sinan Onal, pêr çû serdana navenda dengdayînê ya ji bo eyaleta Saksonya Jêrîn ku li paytexta eyaletê Hannoverê ye. Onal got, bala xelkê rojên dawî bêhtir çû ser hilbijartinan û rêjeya dengdayînê çend rojên dawî zêdetir bûye û wiha peyivî: “Li hefteya pêşiya me, encamên dîrokî barkirî ne; niha em diçin serdana navend û konsolosxaneyên ku hilbijêr li wan gelek in. Heta niha em çûn, Berlîn, Mainz, Hamburg, Frankfurt û niha jî em li Hannoverê ne. Li vê eyaletê 109 hezar hilbijêr hene. Heta niha ji sedî 35 ta 40 ´ê hilbijêran li vir dengê xwe didan. Va ye ji niha ve (yekşema bihurî) ev rêje li gorî em ji hevalên li vir fêr bûne, gihiştiye ji sedî 60´î.”

Heta kêliya dawî em sempatiya ji bo HDP´ê teşwîq bikin

Onal îşaret pê kir ku dawiya hefteyê sabît kîlometreyekê dora dengdayînê dirêj bûye û wiha dewam kir: “Elaqe gelek e, nexasim jî mixalefet heye. Li aliyê din Kurd, Elewî û demokratên Tirkiyeyê ku bingeha hilbijêrên HDP´ê jî pêk tînin, ew jî bi baweriya xwe ku em ji desthilkatdariya AKP´ê xilas bibin, AKP wê pirraniya di meclîsê de ji dest bide, û sempatiya xwe ya ji bo HDP´ê, tên û dengê xwe didin. Divê em vê rewşê heta kêliya dawî teşwîq bikin. Divê em hilbijêrên hîna dengê xwe nedane hişyar bikin, wan bibin ser sindoqan. Bi zordestî jî kiribin ev hilbijartin ji bo me demokrat û şoreşgeran veguherî firsendekê. Ji bo ku em vê firsendê veguherînin azadiya gelê me û demokrasiyê, yek dengê di destê me hilbijêran de jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber wê yekê jî divê em mirovên xwe hişyar bikin û wan bibin ser sindoqan.”

Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bîr nekin

Di dewama axaftina xwe de Sinan Onal îşaret bi roja 24´ê Hezîranê jî kir û got, “Divê em xizmên xwe yên li Tirkiyeyê jî ji bîr nekin, divê em yek bi yek telefonî wan bikin û bikin ku ew biçin ser sindoqan. Ji bo ku em vê firsenda zêrîn veguherînin serketinê, zindanan vala bikin, aştî û demokrasiyê bînin welêt, derfet a me ye; ji bo vê ez dibêjim, em ji nû ve hewl bidin.”

Hilbijêr birr bi birr çû ser sindoqan

Dawiya hefteya bihurî, li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, ku hilbijêrên ji eyaleta Baden Wuerttembergê lê deng didin, bêhtirî 20 hezar hilbijêran dengê xwe da. Roja şemiyê 8 hezar hilbijêran dengê xwe da û roja yekşemê jî qederê 15 hezar kesan dengê xwe li navenda hilbijartinê ya li Stuttgartê dengê xwe da. Ji navçe û derdorên ser bi Stuttgartê yên weke Boeblingen, Nuertingen, Kirchheim, Esslingen, Plochingen, Silderfingen û Ludwigsburgê jî gelek hilbijêrên HDP´ê bi komî çûn ser sindoqan.

HANNOVER/STUTTGART

 
 

Li Fransayê elaqeya hilbijêrên HDP’ê zêde ye

   

Li Fransayê pêvajoya dengdanê 7´ê Haziranê dest pê kir û îro heta saet 21´ê jî wê dewam bike. Yekşema bihurî bi xwe, li hemû navendên dengdayînê yên li Fransayê dorên dirêj çêbûn û ji destpêka pêvajyê ve roja ku herî zêde deng lê hatî dayîn bû. Yekşemê li seranserê Fransayê bi giştî 25 hezar 433 kesan dengê xwe da. Ji van 8839´an li Parîsê, 5346´an li Strasbourgê, 1305´an li Bordeauxê, 1666´an li Nantesê, 2304´an li Marsîlyayê 2304 û 5972´yan jî li Lyonê dengê xwe da. Çav li rê ye ku îro heta saet 21´an jî hilbijêr qelebalix biçin ser sindoqan. Lewma li gorî çavdêriyan, gelek kesan yekşemê nekarî dengê xwe bidin û neçar man ku doh û îro careke din berê xwe bidin navendên dengdayînê.

Hilbijêrên HDP´ê ji deverên ku hilbijêr li wan pirr in bi otobusan ber bi Parîs, Strasbourg û Marsîlyayê ve hatin veguhestin. Koordînasyona HIlbijartinê ya HDP´ê li Fransayê bang li hilbijêran kir ku yek dengê wan jî hebe, illeh îor heta saet 21´an bi kar bînin.