
Nêzî 3 hezar kesên xaka xwe neterikandin, bi alavên karîbûn bi xwe re bibin, bi pez û wesayîtên xwe li ser sînorê Tirkiyeyê ku kîlometreyekê dûrî Kobanê ye, ji xwe re kampeyeke seyar ava kirin. Ev sivîl bi pereyê xwe, di bin kontrola leşkeran de ji xwe re rojane ji Pirsûsê xwarinê dikirin, lê kirîna xwarinê jî li wan tê astengkirin. Leşker dixwazin ev sivîl herêma sînor biterikînin, lê sivîl bi biryar in ku herêmê neterikînin.
Bi sivîlên li kampa seyyar, ku di nav de bebekên nû çêbûne jî hene, em rûdinên û ji me re dibêjin ku ew ê xaka xwe Kobanê neterikînin.
Mûhammed Ehmed ê 63 salî yê li vir dimîne, da xuyakirin ku zêdeyî meheke ew li ber têlên li ser sînor di wesayîtên xwe de dimînin. Ehmed anî ziman ku fîşek û bombeyên ji hawan û çekên giran ên DAIŞ'ê, carna li nêzî wan dikevin û got, "Hefteya bihurî, bi fîşekên nediyar ji ku derê hatin re, sê jê jin 5 kes birîndar bûn. Guleyên hatin berdan li wesayîtên me ketin. Me jî ji wesayîtan xeleke ji xw ere çêkirine û em di navenda wan de dijîn."
Pezê wan telef dibe
Xelîl Osman ê 30 salî da xuyakirin ku dema ew hatin vê kampa seyar wan pezê xwe jî bi xwe re anî û anî ziman ku ji ber êm nikarin bidin, berxên nû wan dimirin. Osman got, "Derdora me girtî ye. Ji bo çêrandina pezê xwe em nikarin biçin aliyê rojava û rojhilat. Li başûrê me li Kobanê ji xwe şer dewam dike. Em êm nabînin. lewma heywanên me dimirin. Berxên nû çêdibin ancax dikarin rojek du rojan bijîn."
Jina bi navê Eyşê Îbrahîm dayika pênc zarokan ku hevserê wê li navenda Kobanê li nav refên YPG'ê şer dike û ew jî bi zarokên xwe re li hundirê mînîbusekê dijî, dibêje çi dibe bila bibe ew ê ji vir neçe. Eyşê Îbrahîm destnîşan kir ku ew li benda azadiya Kobanê ne.
Hikûmeta Kantonê alîkariyê dide
Dema li kampê pirsgirêka av û xwarinê rû da, Hikûmeta Kantona Kobanê xwarina xwe bi yên li vir re parve kiriye. Rojane zebze, av û madeyên din ên xwarinê bi wesayîtan tîne vê derê û li gel belav dike.
Hadle Bekîr a li vir dijî anî ziman ku dema êrîşên li hemberî Kobanê destpê kirin PYD'ê dest bi veguhastina gel kiriye û got, "Em niha li vir dijîn û em ê vir neterikînin. Eger rojek bê û em neçar bimînin koçî Tirkiyeyê bikin, min kulmek ax bi xwe re anî. Min wasiyet li zarokên xwe kir. Min got, 'Eger rojekê li sirgûnê bimirim, vê xalê li ser gora min bireşînin'.
Binevş Narîn 55 salî ye. Du zarokên wê yên mêr li eniya rojhilat a Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Bi zarokên xwe yên keç, bûkên xwe, neviyên xwe û hevserê xwe li vê kampê dijî. Narîn anî ziman ku wan berê dikarîbû ji Pirsûsê ji xwe re xwarinê bikirin û got, "Me bi pereyê xwe xwarin dikirî. Vê jî asteng dikin. Ti daxwazeke me ya luks nîne. Bila nan û çay hebe, em razî ne li vir bijîn."
Narîn destnîşan kir ku ew ê vê derê neterikînin û got, "Înşaleh emê li xaka xwe bimirin. Mala hevalên me diparêzin ava be. Bila canê me qurbanî rêya wan be. Bi destûra Xwedê û pêxember, DAIŞ wê ji vir bicehime û biçe."
Hesen Ebdûllah ê dibêje ji gundê Sitî hatiye vê derê, da xuyakirin ku leşker zextê li wan dikin ku vê herêmê biterikînin û got, "Me sînorê kesî binpê nekirine. Em li ser xaka xwe ne. Carek du caran bi bombeya gazê êrîş kirin, ji bo em vir vala bikin. Lê belê heta ku Kobanê azad bibe, em ê vir neterikînin."
‚Pêwist bike emê beşdarî şer bibin‘
Îhsan Mûhammed ê bi nifûsa xwe ya ji 7 kesan li kampa seyar dimîne destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê Kobanê neterikînin.
Îhsan Mûhammed ji welatiyên xwe li Tirkiyeyê girtine û li kampan dijîn xwest ku li xaka xwe vegerin û got, "Em nereviyan, ji ber ewlekariyê em niha li ser xeta sînor dimînin. Kobanê li kêleka me ye. Li Kobanê zarokên me li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin."
Îhsan Mûhammed da zanîn ku wan li gel xwe bi sedan wesayît anîne û got, "Me bi awayekî komî biryarek dan û niha di depoya hemû wesayîtan de herî kêm 5 lître sotemenî heye. Eger DAIŞ bikeve Kobanê em ê hemû wesayîtan bişewitînin û ji bo şer bikin biçin Kobanê."
AHMET SUMBUL/ANF/KOBANÊ