Çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê ya bi armanca ku heyeteke CPT´yê biçe Îmraliyê hat destpkirin, kete heyva xwe ya duyem. Bi sedan sazî û kesayetî destekê didin çalakiya bi kezaran kesî tê de cih girtî. Çalakî wê dewam bike heta ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê û xeberek ji Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin.

Bi desteka 63 sazî, partî û tevgerên li Ewrûpayê çalak ên Kurdistanî û Tirkiyeyiyan,  çalakiyê 23´yê Cotmehê li mehdana ku avahiya Konseya Ewrûpa (KE) û CPT lê pêk tê. Ji destpêkê ve bi hezaran kes beşdar bûne. Ji destpêkê ve her roj hejmara çalakgeran ji sedî zêdetir bûye. Nûnerên saziyên destekker jî bi şexsê xwe beşdar bûn. Tevî pêkhateyên saziyên destekker, hejmara van saziyan bi sedan tê îfadekirin.


Bi dehan hevdîtin

Di dema çalakiyê de bi KE, CPT, Parlamena Ewrûpayê û gelek saziyên Ewrûpî û Fransî re hevdîtin pêk hatin. Endama Komîeteya Amadekar a çalakiyê Medya Botan dibêje, heta ku çalakî bigihîje armanca xwe, wê dema bike. Wê da zanîn ku di hevîdtinan de jî wan fikarên xwe yîn elaqedarî sihet û ewlehiya Ocalan, bi rayedarên CPT´yê re bi dehan caran parve kirine. Di hevpeyvînan de ji bilî heyetên çalakgeran heyetên bi tevlîbûna parlamernterên Ingilîz Julie Ward û kevne-endamê Parlamena Ewrûpa Francis Wurtz jî bi rayedarên CPT´yê re rûniştin.


Kurdan hişyar kir

Kurdan di dema çalakiyê de îşaret pê kir ku êdî sebra wan nemaye, divê sîstema tecrîdê bi dawî bibe; ev yek ji bi rêya semîner û konferansan kirin. Li KE´yê gelek panel, daxuyaniyên çapemeniyê û konferans hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de îşaret bi dewr û têkoşîna Ocalan hat kirin ku di şertên dîlbûnê de ji bo açtiya di navbera gelan de dike. Kurdan îşaret bi rewşên neerênî yên muhtemel e derkevin holê, heger saziyên KE û CPT´yê bi dewr û erka xwe ranebin.


Çalakî wê dewam bike

Çalakiya rûniştinê ya bêdem îro dikeve roja xwe 32´yan û gelek caran tê gotin ku wê bi biryardarî heta ku xeberek ji Ocalan bê girtin dewam bike. Di roja 30. a çalakiyê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li pêşiya CPT´yê peyivî û ev biryardarî bi van gotin îfade kir: “Heta ku bersivekê nedin me, heta ku gelê me qaneh nebe, ev çalakî wê dewam bike. Ev mafê me yê demokratîk e û em vê bi cih tînin. Berpirsiyariya rayedaran e ku bersivê bidin me. Jiyan, sihet û ewlehiya Serok Apo xeta sor a gelê me ye. Divê her kes bi vê zanibe. Ev çalakiya ku me bi pêşengiya jin û ciwanan, bi desteka Kurdan, Tirkiyeyiyan û dostan dayî destpêkirin, wê dewam bike.”