Li Reqayê operasyona “Cenga Mezin” a ku bi pêşengiya QSD’ê destpêkiribû di roja 22’emîn de didome. Şervanên QSD’ê heta niha 6 tax rizgar kirin û li taxa Qadîsiyê dest bi xebatê paqijiyê kirine. Şervanên ku êrîşên DAIŞ’ê dişkînin berê xwe dan taxa Deriyê. Li taxa Hettînê jî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewime. Berdevka operasyonê Cîhan Şêx Ehmed derbarê operasyonê de agahî dan û li ser hemleyê axivî.

Cîhanê bi bîr xist ku qonaxa hemleya Xezeba Firatê ya dawî li Reqayê di bin navê “Cenga Mezin” de dest pê kir û got: “Bi moraleke mezin û kelacena azadiyê operasyon didome. Operasyonên me bi awayekî serketî didomin. Ev nêzî 7 mehan e ku me amadekariyên vê operasyonê dikirin û îro jî em encamên operasyonê bi dest dixin. Azadî û rizgarkirina Reqayê nêz e.” 


Hêza tê qebûlkirin QSD ye

Cihan Şêx Ehmed diyar kir ku azadkirina Raqayê dê pêşketineke dîrokî be û got: "Em tax bi tax bajêr azad dikin. Bi awayekî kontrolkirî û tevî hemû hêzan Reqa wê azad bibe. Bi operasayona herî dawî, hêzên QSD'ê rastî elaqeyeke mezin a gel tên û êdî ev yek hatiye qebûlkirin." 


Ji gelê herêmê re ev xak tê azadkirin

Fermandar Cîhan Şêx Ehmed dest nîşan kir ku operasyonên wan ên bi hêzên koalîsyona navneteweyî re didomin û wiha pê de çû: "Heta ku DAIŞ tine bibe, têkiliya me ya bi koalîsyonê re dê bidome. Serketina ku li Sûriyeyê bê bidestxistin, ji bo siberojê xwedî girîngiyeke pirr mezin e. Di nava 7 mehan de, azadiya erdnîgariyeke ewqas mezin pirr ne hêsan e. Divê azadiya bi 10 hezaran sivîlan jî bê dîtin. Pişt re jî em ê van mirovan vegerînîn ser erda wan." 


DAIŞ li hember QSD'ê şikiya

Fermandara hemleyê, siberoja gelê herêmê ya bi QSD'ê re jî bi bîr xist û got, "Ne tenê gelê Reqayê, gelên li Dêra Zor û Helebê jî bang li me kirine ku em wan ji zilma DAIŞ'ê xelas bikin. Em li Reqayê şerekî stratejîk bi rê ve dibin. DAIŞ a ku her kes jê ditirsiya, tenê hêzên me yên QSD'ê derketin pêş berî wan." 


Serketin dê ya jinan be

Cîhan Şêx Ehmed îşaret bi soza xwe ya destpêka operasyonê dayî ya tolhildana hemû jinên cîhanê ji DAIŞ'ê kir û got: "Bi taybetî ji bo tola jinên ji Şengalê anîn û li Reqayê di bazaran de firotîn em şer dikin. Me ev jiyana wan ji bîr nekiriye. Heta îro me bi sedan jinên dîl xelas kirin, lê ev peywira me hîn bi dawî nebûye. Heya ku em hemû jinên dîl hatine girtin ji çeteyan rizgar bikin ev şerê me dê bidome. Azadkirina Reqayê dê serketina herî mezin be. Ev serketin jî dê ya jinan be." 


NAZIM DAŞTAN / DÎHABER / REQA