
Li Danîmarkayê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin û faşîzma AKP’ê hate protestokirin.
Li paytext Kopengahê li ser rêya herî şên, Kûltorvetê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo Ocalan û girtiyên siyasî doza azadî hat kirin û mîtîngeke bi meşaleyî hate lidarxistin. Li ser navê Partiya Yekîtiyê ya Kesk û Sor Nîkolaj Vîllûmsen axivî yê ku wekî çavdêr beşdarî doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bûbû. Vîllûmsen diyar kir ku piştî ku Erdogan ‘Pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan zêdetir bûye.
Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî bal kişand ser qirkirina siyasî û got, “5 hezar hevalên me hatiye girtin, dibe ku em di şertên dijwar de siyasetê dikin lê rejîma AKP-Erdogan di rewşeke zehmettir de ne. Heta ku dîsa pêvajoya aştiyê neyê destpêkirin û tecrîdkirina rêzdar Ocalan bi dawî nebe, Tirkiye wê ji vê kaosê rizgar nebe.”
ANF / KOPENHAG