Jinên Kurd ên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Li ser navê rêxistina jinên Kurd a li bajarê Krasnodarê, Besê Mihemed ji bo rûreşkirina tecrîdê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de îşaret bi armanca komploya navneteweyî û êrişên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.Besê Mihemed got, jinên Kurd tecrîdê qebûl nakin û heta Ocalan azad bibe, ew ê têbikoşin. Di dawiya daxuyaniyê de ji bo Ocalan dirûşm hatin gotin. MOSKOV