
Çalakî û mîtîng ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawiya hefteyê li bajarên Elmanyayê Lahr, Stûttgart, Koln û Saarbrucken û li bajarê Swîsreyê Zurîchê, hatin lidarxistin.
LAHR: Li Lahrê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) meş û mîtîngek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Meşê danê nîvrojê ji Schlussel Platzê dest pê kir. Çalakgeran wêneyên Ocalan û alên YPG/YPJ’ê bilind kirin û heta Markt Platzê meşiyan. Li vê derê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
STUTTGART: Li ser banga Platfroma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li bajarê Stûttgartê jî ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan piştî nîvrojê saet di 14:30´î de ji Lautenschlagerstrasse dest bi meşê kir. Piştî meşê li Schlossplatzê daxuyaniyek hat dayîn.
KOLN: Kurdistaniyên li bajarên Koln, Bonn û Dusseldorfê pêr danê nîvrojê ji Ebertplatz a Kolnê dest bi meşê kir û li Rûdolfplatzê mîtîngek pêk anîn. Li ser navê NAV-DEM, FEDA Û YJK-E li meydanê axaftin hatin kirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Çalakgeran da xuyakirin ku pêkanînên faşîzan û qirkirinê yên dîkta Erdogan wê bi ser nekevin û banga berxwedana topyekûn kirin. Ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê jî bi kincên xwe yên neteweyî tevlî çalakiyê bûn.
SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbruckenê Kurdistanî û dostên wanpêr saet 14’an li ber Europa Galerî civiyan û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê girseyê axaftin hat kirin û bal hat kişandinî ser girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurd. Çalakî bi gotina dirûşmên ji bo Ocalan qediya.
ZURÎCH: Ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, li bajarê Swîsreyê Zurîchê bi pêşengiya rêxistina Ciwanên Azad çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê. Bi dehan ciwanên li Helvetiaplatzê civiyayî, bi qasî 4 kîlometreyan meşiyan. Di dema meşê de bi zimanên Elmanî, Tirkî û Kurdî dirûşme hatin qîrîn.
NAVENDA NÛÇEYAN