Heta rizgarkirina Efrînê
CEFAR CAFO/ELÎ KEDRO
ANHA/ŞEHBA
Kampa Serdem a li Şehbayê niha halî hazir 2 hezar û 950 malbatan dihewîne. Xelkê kampê ku Efrînî ne û piştî dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê terka bajarê xwe dane, hatine li Şehbayê bi cîh bûne. Ji ber nebûna xanî û avahiyan, ji bo Efrîniyan Kampa Serdem hate avakirin. Niha Efrîniyên li kampê, xwe bi awayekî komînal bi rêxistin kirine. Her wiha Şaredariya Gel ji destpêka vekirina kampê ve xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re bê pere dike yên wekî peydakirina elektrîkê, avê, sererastkirina wan û hwd.
Vekirina dibistanekê û çalakiyên hunerî
Komîteya Civaka Demokratîk, dibistanek li kampê vekir da ku zarok xwendina xwe temam bikin.
Ji aliyê xwe ve Komîteya Çand û Huner bi roleke girîng di parastina çand û hunerê Efrînê de rabû. Gelek komên stran û govendê ava kirin û gelek stran li ser berxwedana Efrînê gotin.
Her wiha tevgerê gelek çalakiyên hunerî wekî vekirina pirtûkxaneyekê û şahî li dar xistin.
Vekirina stadekê li nêzî kampê
Ji aliyê xwe ve Yekitiya Ciwanên Rojava, stadek li nêzî kampê vekir. Her wiha turnuveya futbolê bi koordîneya Yekîtiya Werzîş û Ciwanan re organîze kir. Tîmên ji hemû gundên kantonê û navçeya Şêrawa tev li turnuvayê bûn.
Li aliyekî din, Yekitiya Ciwanên Rojava bi armanca nasandina ciwanan bi hesasiyeta rewşa niha, girîngiya wê û şerê taybet ê ku artêşa Tirk a dagirker dimeşîne, civîn ji ciwanan re li dar xist.
Xwe bi rêya komînan bi rêxistin dikin
Têkildarî mijarê birêverbirê Kampa Serdem, Hêvîn Reşîd got, li kampê 2 hezar û 950 mal ji xelkê Efrînê hene. Ew xwe bi rêya komînanan bi rêxistin dikin. Gelek komîte wekî komîteyên lihevanînê, jin, perwerde û yên xedemî girêdayî komînan in û wiha domand: “Mehane bi hevkariya Heyva Sor a Kurd em alîkariyan li niştecihan belav dikin.”
Heyva Sor noqteya tendûristiyê ava kir
Di warê tenduristiyê de, Heyva Sor a Kurd noqteyeke tenduristiyê li kampê bi armanca pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê vekir. Girêdayî mijarê berpirsekî saziyê got, hin haletên nexweşiyan ku hêza wan têrî neke, wan dişînin Nexweşxaneya Avrîn a li Fafînê yan jî bajarê Helebê.
Soza liberxwedanê
Hêvîn Reşîd diyar kir ku di kampê de wê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin û wiha pê de çû: “Em soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina armancên xwe û liberxwedanê didin.”