Çalakî li ber avahiya KE, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hat destpêkirin, dewam dike. Komîteya Amadekar da xuyakirin, ku wan biryar dane heta serketinê vê çalakiyê bidomînin.
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê bi pêşengiya TJK-E û KCD-E, ji bo Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) li hemberî komkujiyên li Kurdistanê bikevin nava tevgerê di 22’ê Sibatê roja Duşemê de hat destpêkirin, dewam dike.
Kurdên çalakiyê dimeşînin biryar dan, ku heta saziyên Ewropayê bersivê bidin daxwazên wan, dema çalakiya xwe dirêj bikin.
Li ser navê Komîteya Amadekar Rojda Yildirim daxuyaniyek da û diyar kir, ku li gorî nêrînên girseyê wan biryar dane heta qebûlkirina daxwazên wan, dema çalakiyê dirêj bikin. Yildirim got, “Hevdîtinên di vê çarçoveyê de tên kirin wê bidomin. Mûxabatê bingehîn ê vê çalakiyê DMME ye, lê Konseya Ewropa jî di vî warî de berpirsyar e. Em dixwazin dewleta Tirk ji nava Konseya Ewropayê were derxistin. Em ê her roj çalakiyên xwe bidomînin. Em dixwazin tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin. Di vî warî de jî em li benda daxuyaniyekê ne. Bersiv ji van daxwazên me re nehatiye dayîn. Ji hevdîtinên Parlamenterê HDP’ê Birêz Faysal Sariyildiz jî bersiv nehat dayîn. Me jî biryar dan, ku heta bersiveke şênber ji van daxwazên me re were dayîn, çalakiya xwe bidomînin.”
Kurdistaniyên ji Elmanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre û Fransayê tevlî çalakiyê bûne dan zanîn, ku heta encam ji hewldanên wan derkeve, ew ê bi biryar in çalakiyên xwe bidomînin.
Her roj çalakiyeke cuda
Di çalakiya rûniştinê de ku hefteya bihurî her roj çalakî û xwepêşandanên cuda hatin lidarxistin, bi pêşengiya jinan, bi meşeke girseyî de 1500 daxwaznameyên tevlîbûna li darizandinan pêşkêşî DMME hat kirin. Heyetên ji saziyên cuda çalakî ziyaret kirin, girseya gel silav kirin û soza yekîtî û destekê dan. Bi taybetî mijara xwerêveberiyê hat nirxandin. Di pêşkêşî û panelan de li ser mijarên; têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê, têkoşîna li hemberî faşîzmê û qirkirinên li Kurdistanê yên dema berê û niha, hat rawestîn. Bawermendan jî nimêja Înê li qada çalakiyê kirin û xutbeya Kurdî hat xwendin. Her wiha dokûmantera Bakur û fîşmê Mavî Rîng hatin nîşandan.
Pilansaziya du hefteyên pêş
29’ê Sibatê. Semînera li ser Neteweya Demokratîk
1’ê Adarê. Çalakiya bawermendên Asûrî-Suryanî
2’ê Adarê. Bi beşdariya Hevserokê PYD’ê Salih Muslim weşana zindî
3’ê Adarê: Ziyareta FEDA (Federasyona Elewiyan a Demokratîk)
4’ê Adarê: Roja bawermendên Êzidî
5’ê Adarê: Panela bi beşdariya Zubeyîr Aydar - Adem Ûzûn
6’ê Adarê. Semînera PJAK’ê
7’ê Adarê: Delegasyonên Kurdistan û Tirkiyeyê
8’ê Adarê: Çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê
Komîteya Amadekar ji bo mîtînga navendî ya 12’ê Adarê Jî banga tevlîbûneke xurt kir.
NESÎP AKAR/ANF/STRASBOÛRG
Koma Heyva Sor nobet dewr girt
Çalakiya ‘Nobeda ji Ocalan re Azadî’ ya li ber avahiya Konseya Ewropa (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, ji aliyê koma Heyva Sor a Kurdistanê ve dewr hat girtin.
‘Nobeda ji Ocalan re Azadî’ ya di 25’ê Hezîrana 2012’an de li ber avahiya KE destpê kir, ev 1345 roj in bênavber dewam dike. Di hefteya 193 a çalakiyê de endamên Heyva Sor a Kurdistanê Elîf Ûşak, Faîk Mavîçîçek, Şemsettîn Kisa, hasan Kartal û Mehmet Ateş nobed dewr girtin.
Endamên komê, ku rojane bi dehan kesî re diyalogê dikin û li ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê agahiyan didin, balê dikişînin ser girîngiya azadiya Ocalan û girtiyên siyasî. Çalakger her wiha hewl didin bala raya giştî ya Ewropayê bikişîne ser êrîş û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên kirin.
Çalakgeran, komkujî û wehşeta bi destê çeteyen TC-AKP qesrê tên kirin, lenet kirin û berxwedana xwerêveberiyê ya bi rûmet silav kirin.
Çalakgeran gotin, “Niha li dora me saziyên navendî yên Ewropayê CPT, DMME, KE û PE hene. Û ev sazî neçar in dengê me yê ev 4 sal in di vê çalakiyê de bilind dikin bibihîzin û bi wezîfeya xwe rabin.”
Çalakgeran dan xuyakirin, ku heta azadiya Ocalan û bidawîbûna wehşeta AKP li Kurdistanê dike, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û banga xwedîderketina li xwerêveberiyan kirin.