Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransa Strasbourgê di roja 16’an de ye. Her roj bi dehan kes diçin serdana çalakiyê. Çalakger bi biryar in û dibêjin; “Em ê çalakiyê bi serketinê tacîdar bikin.”

Sala geşkirina têkoşînê

Çalakgerê bi navê Denîz Surgut li ser armanca çalakiya xwe û sala nû axivî û got; “Sala 2019’an wê ji bo gelê Kurd bibe sala geşkirina têkoşînê. Çalakiya me bi coş û morelekî mezin didome. Baweriya me pê heye ku em ê çalakiya xwe bi serketinê tacîdar bikin.”

Her kes divê têbikoşe

Çalakgerê greva birçîbûnê Agît Ûral jî got; “Di serî de em gelê  Kafkasya û Ewrûpa silav dikin. Sala 2019’an pîroz be. Em bi bawer in ku sala nû aşitî, wekhevî û biratiyê bîne. Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê divê bê geşkirin û serketin bê bidestxistin. Divê her kes di nava pêvajoyê de cih bigire û têbikoşe. Divê em sala 2019’an, xeletiyên sedsala 20’an nekin. Divê em vê salê bikin sala serketinê.”

 

ANF/STRASBOÛRG